Malbata Şenyaşar: Heta edaletê em li vir in

Berxwedana malbata Şenyaşar dewam dike. Ferît Şenyaşar got, "Heta edalet bi cih were em ê çalakiyê li dar bixin."

Çalakiya 'Nobeda Edaletê' ya Malbata Şenyaşar ku Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê pêk tîne, di roja 317'an de ye.

Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nekarî îro li ber Edliyeya Rihayê tevlî çalakiyê bibe, lê belê li mala xwe ya li Pirsûsê çalakiya xwe dewam kir.

Ferît Şenyaşar ji Pirsûs a 42 kîlometreyan dûrî navenda Rihayê bi rê ket û li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiyê kir.

Şenyaşar got, "Di roja 317'an de nobeda me ya pîroz dewam dike. Ji ber berfê rê ewle nebû, dayika min ji ber pirsgirêkên tenduristiyê li malê ma. Min mirin jî da ber çavên xwe û hatim cihê nobedê. Me berê gotibû ku şert û merc çi dibe bila bibe em ê ji ber vê qesrê neçin. Heta ku maf bi cih hat, em ê hingî biçin mala xwe."

Li ser hesabê medya civakî ya malbata Şenyaşar jî ev peyam hate parvekirin, "Rastî di bin berfê de ye. Sibe dema berf heliya wê maf bi cih bê."