Malbata Şenyaşar: Em bi hev re dawî li bêedaletiyê bînin

Malbata Şenyaşar bang li baroyên Stenbol, Îzmîr û Enqereyê kir û got, "Em ê bi hev re vê bêedaletiyê rawestînin."

Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar ku ji 9’ê Adarê ve pêk tîne, ket roja 198’an. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar vê sibehê dîsa ji navçeya Pirsûsê bi rê ket bûn û hatin ber Edliyeyê û li kuncê xwe yê edaletê daxwaz dikin rûniştin û dest bi nobetê kirin. Malbatê ji bo çalakiya wan ku wê di 24'ê Îlonê de roja Înê bikeve roja 200'emîn parêzer û welatiyên diçûn edliyê û derdiketin agahdar kirin.

Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal baroyên Stenbol, Îzmîr û Enqereyê etîket kirin û ev peyam parve kir: "Dayikek 6 meh in li ber deriyê edliyê, ji bo hevjîn û zarokên wê ku li nexweşxaneyê hatin qetilkirin, edaletê dixwaze. Dinyayê qîrîn û banga wê bihîst. Em ê roja Înê bi parêzvaniyê ji vê bêedaletiyê re bêjin bes e."