Malbata Şenyaşar: 324 roj in em daxwaza edaletê dikin

Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên li Rihayê çalakiya 'Nobeda Edaletê' lidar dixe, pirsa "324 roj in em daxwaza edaletê dikin, gelo ev edalet wê kengî bê?" kir.

Emîne Şenyaşar ku 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di êrişê de birîndar bû, çalakiya xwe ya li ber Edliyeya Rihayê dewam dike.

Çalakiya ku 9'ê Adara 2021'ê dest pê kir di roja 324'an de ye.

Li ser hesabê Twitterê yê malbatê îro jî ev peyam hate parvekirin: "324 roj in em daxwaza edaletê dikin. Gelo ev edalet wê kengî bê? Yên li hemberî vê zilmê bêdeng dimînin wê winda bikin."