Li Zapê li dijî leşkerên di operasyonê de çalakiyên gerîlayan

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku çalakiyên gerîlayên HPG’ê yên li dijî operasyona dagirker a artêşa Tirk a li Zapê didome. Hat ragihandin ku di çalakiyan de 6 leşker hatine kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku li dijî operasyona artêşa Tirk a dagirker ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê, çalakiyên gerîlayan didome.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayên ev daxuyanî weşand: “Çalakiyên li hemberî operasyona artêşa Tirk a dagirker a ku di 16’ê Hezîranê de li Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê didomin.

Di 25’ê Hezîranê de di saet 08.10’an de hêzên me li dijî kozikên artêşa Tirk a dagirker a li Qela Bedewê çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de hêzên me ji nêz ve li dijmin dane û bi qasî ku hatiye tespîtkirin 5 leşker hatine kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne.

Dîsa di heman rojê de di saet 14.20’an de hêzên me li dijî leşkerên dijmin ên li Girê Şehîd Mûnzûr çalakiyeke sûîkastê li dar xistine. Di çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.”