Li Xaçortê piştî înfazê polîsan mal dan ber agir

Li Taxa Xaçort a Wanê, piştî ku duh şev polîsan kesek înfaz kir û şûnde, hemû malên li herêmê ji aliyê polîsan ve hatin şewitandin.

Li Taxa Xaçort a Wanê piştî bûyera duh şev qewimî û kesek hate înfazkirin û şûnde, mal hatin şewitandin. Malên li derdor hatin şewitandin, 15 kes bi îdîaya alîkarî kirinê hatin binçavkirin. 5 kesên ku hatibûn binçavkirin hatin berdan, 10 kes jî hê di bin çavan de ne.

Piştî şerê li Kolana 2. a Rêya Avcilar a Orhan Dogan a Taxa Karşiyaka ya Wanê ya derdorî saet 22:00’an ku duh şev qewimî, 15 kes hate binçavkirin.

Di nava kesên hatine binçavkirin de Botan Urek ê 2 salî û dayika wî jî heye.

Botan Urek ê 2 salî jî di nav de 5 kesên ku hatibûn binçavkirin hatin berdan. Basrî, Semra, Zelîha, Mahmût Mehmet, M.Arîf, Ferhat, Abudlbakî Urek ên ji heman malbatê û Zekî û Nazîfe Aslan jî hê di bin çavan de ne.