Li Wanê tevgera penaberan raneweste

Ji Efganîstanê ber bi Wanê ve koça penaberan didome. Bi sedan ciwanên ku temenê wan di navbera 15-21 salî de li Otogara Wanê dimînin.

Piştî ku hikûmeta Tirk got ji Îranê 3 milyon penaber hene ku li bendê ne bi ser me de werin ji Îranê ber bi Tirkiyê ve penaber diherikin. Penaberên ku ev bi rojane li Otogara Wanê sekinîne, di serî de ji bo bajarên Kurd, ji bo Stenbolê û metropolên Tirkiyê têne şandin. Bi taybetî bi sedan penaberên kut emenê wan di navbera 15-21’ê de bi roja ne ku li Wanê disekinin.

HEMÛ MALBATA MUHAMMED Ê 15 SALÎ LI EFGANÎSTANÊ YE

Yek ji penaberê ku ji ANF’ê re axivî Roza Muhammed ê 15 salî ye. Muhammed ku naxwaze weêneyê wî were girtin hemû malbata xwe li Efganîstanê hiştiye. Muhammed dibêje ji ber şerê navxweyî yê Efganîstanê ew neçar maye ku koç bikin û dibêje DAIŞ, Talîban welat kirine gola xwînê. Muhammed dibêje ew di 10 rojan de ji Efganîstanê hatiye Wanê, sînorên Tirkiyê û ji vir jî ew anîne Wanê.

 ‘EZ Ê CAREKE DÎ VENEGERIM EFGANÎSTANÊ’

Muhammed dibêje piştî ku ew hatine Wanê polîsan ew binçav kirine, bi 5 xizmên xwe re 3 mehan li girtîgehê mane û ew dixwazin biçin Stenbolê. Muhammed dibêje ji ber ku cihekî dî yê ku ew biçine nîn e ji neçarî li otogara Wanê dimînin û ew ê careke dî li Efganîstanê venegerin.

BI SEDAN PENABER LI OTOGARA WANÊ KETIBÛN BER OBJEKTÎVÊN ANF’Ê

Ji ber sedema koçberên bi kontrola dewletê û bi rêya ÎHH’ê ku têne Wanê nîqaşên ‘gelo demografia herêmê tê guhartin’ têne jiyîn lê hikûmeta AKP’ê xwe kerr û lal dike.

Meha bihurî bi sedan penaberên li otogara Wanê ketibûn ber objektîfa ANF’ê û di van wêneyan de bi sedan penaber li bin daran, li ser giyayan xwe dirêj kiribûn, dewletê ew li otoparkan hiştibûn.

Hikûmeta Tirk di dema krîza bi YE’yê de gotibû 3 milyon penaber li Îranê li bendê ne ku werin û piştî vê daxuyaniyê nêzî 300 penaberên Efganî hatibûn Wanê. Piştî ku ev penaber hatibûn Wanê li derdora Çiyayê Siphanê ya Betlîs, kon hatibûn danîn û xebat hatibûn kirin ku Efganiyan li vir bi cih bikin.

KENAN EVREN QIRGIZ LI WANÊ BI CIH KIRIBÛN

Xebatên guherîna demografiyê ji damezirîna Komarê ve berdewam e. Ev xebat di dema Kenan Evren, piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê hatibûn zêdekirin. Qirgiz ên ku 198’an ji hêla Evren ve anîbûn li Zîlanê hatibûn bi cih kirin ku dewleta Tirk 1930’î li Zîlanê komkujî kiribû û dewletê dest li ser erdan danîbû. Gundê Qirgiz îro bi sedan qorîciyên xwe ew gund e ku hijmara qorîciyên wê ji yên hemû gundan pirtir in.