Li Wanê rêveberên AKP’ê bûne dadger

Li Wanê rêveberên AKP’ê bi puanên ku di mulakatan de standin bûne dadger.

ANF’ê xwe gihande 4 dadgerên nû yên Wanê. Sifetên wan careke dî jî Wezareta Dadmendiyê Derewand. Alîkariyê Serokê Bajêr ê AKP’ê yê Wanê Adem Yildirim, Serokê Baskê Jinan ê AKP’ê Nahîde Hakan, Endamê AKP’ê Bekir Yildiz û Endamê Encûmeniyê yê Edremîtê yê AKP’ê Necdet Tarhan piştî 24’ê Nîsanê êdî dadger in.

Wezareta Dadmendiyê derewand ku 800 kesên ku bi puanên kêm, bi mulakatê bûne dadger AKP’yî ne, lê li Wanê 4 rêveberên AKP’ê yê Wanê kêfxweş dibûn ku bûne dadger.

AKP’ê bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de rê ji xwe re vekir ku di qada darazê de qadroyên xwe çêbike. Gotin 1500 dadger kêm in azmûn vekirin lê 1300 dadger girtin. Gelek kesên ku di azmûna nivîskî de di ser 80’yî re puan standin nebûne dadger lê yên ku 55-60 puan standin, bi puanên bilind ên di mulakatê de bûne dadger.

Li ser vê Wekîlê CHP’ê yê Stenbolê Bariş Yarkadaş got, 800 kesê ku bûne dadger xwedî taybetmendiyeke hevpar in û ev taybetmendî jî ew e ku hemû rêveberên AKP’ê ne.

Wezareta Dadmendiyê Yarkadaş derewand û got tiştekî wiha nîn e. Her çendî Wezareta Dadmendiyê derewandibe gelek kesên ku bûne dadger AKP’yî ne jî ANF’ê tespît kir tenê li Wanê 4 kesên ku ji 24’ê Nîsanê ve bûne dadger Rêveberên AKP’ê ne.

4 DADGERÊN NÛ YÊN WANÊ RÊVEBERÊN AKP’Ê NE

Nav û wesfên dadgerên nû yên Wanê Wezareta Dadmendiyê careke dî derewand.

Nav û wesfên ku li Wanê bûne dadger: Alîkariyê Serokê Bajêr ê AKP’ê yê Wanê Adem Yildirim, Serokê Baskê Jinan ê AKP’ê Nahîde Hakan, Endamê AKP’ê Bekir Yildiz û Endamê Encûmeniyê yê Edremîtê yê AKP’ê Necdet Tarhan