Li Wanê qirkirina siyasî: 9 jin hatin destgîrkirin

Li Wanê di operasyonên qirkirina siyasî de 9 jin hatin destgîrkirin.

Li Wanê di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de vê sibehê avêtin ser gelek malan.

Di serdegirtinan de Hevberdevka Partiya Çep a Kesk a Wanê Gonul Ûzûnay, Hevseroka Şaxa Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Kesên di Dêrgûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Windakirine re (MEBYA-DER) a Wanê Hanim Kaya, Dayika Aştiyê Xecê Bariştiran, Hevseroka Komeleya Çavdêriya Koçê ya Serhatê (GOÇDER) Gulşen Kûrt, Hevseroka Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) ya Wanê Edîbe Babûr, Hevşaredara Serayê ku qeyûm tayînî şûna wê hate kirin Caziye Dûman, endama Meclisa Şaredariyê Rêya Armûşê ya HDP’ê Ozlem Tûcî, endama TJA’yê Zeynep Kaya û Songul Işik hatin destgîrkirin.

Hate hînbûn ku jin bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kirine” hatine destgîrkirin. Ji bo jinên ku li Miduriyeta Polîsan a Wanê tên girtin hevdîtina parêzeran ji bo 24 saetan sînordarkirin.