Li Wanê polîtîkaya nû ya dewletê ya li goristanan

Leşkerên Tirk li Wanê li goristanan dest bi kampanyayeke nû ya zextê û çewisandinê daye destpêkirin. Destpêkê wêneyên li ser kêlên gerîla tên jêbirin, piştre agahiyên malbatan tên girtin û piştre jî sembolên li ser goran tên rakirin.

Hate ragihandin ev pêkanîn berî du rojan ketiye meryetê. Derket holê ku leşker li navenda Wanê, navçeyên Ebex, Bêgir, Saray û Qelqelî keyeyan girtine gel xwe û çûne goristanên ku gerîla lê hatine veşartin.

Leşkerên ku li ser kêlên goran geriyan, al, nîşaneyên kesk, sor û zer hildan, piştre derbasî malbatên wan bûne û agahiyên li ser ferdên malbatê hatine girtin. Hate ragihandin ku leşker di mijara sembolan de malbat tehdît kirin û piştre çûne.

Li gorî Ajansa Mezopotamya ku kesekî ji ber sedema ewlehiyê navê xwe negot ev tişt aniye ziman: “Yek ji malbatên ku nexwest navê xwe bide, bûyer wiha vegot: “Duh piştî nîvro muxtar, li me geriya û got, leşker nuamreya ferdekê ji malbatê dixwazin. Me sedema vê yekê pirsî. Muxtar ji mer got, ‘wê dewlet li goristanê mêze bike.’ Me ji xwe re got gelo vê yekê tenê ji bo me dikin. Lê dûre me bihîst ku çûne hemû taxan û li hemû malbatên zarokên xwe di pevçûnan de winda kirine geriyane. Leşkerên çûne goristanê wêneyê goristanê kişandine û hemû flamayên kesk, sor û zer ên bi kêlan ve jê kirine.”

Malbateke din jî, dest nîşan kir ku leşker li malbatên zarokên xwe windakirine geriyan û wiha got: “Hemû flamayên li ser goran jê kirine. Piştre çûne van malbatan û ji wan re gotine; ‘Em ji bo we hişyar bikin hatine.’ Cara yekemîne ku tiştek wiha dibe. Ev konseptek nû ye.”

Leşkerên ku diçin taxên navçeyek din jî, diyar dikin ku kesên ne ji Tirkiyeyê hatine definkirin û li goristanan qeyd girtine. Li gorî agahiyên ji welatiyan hatin girtin; wê gorên kesên di goristanên taxan de hatine defin kirin bên vekirin û cenazeyan ji taxan bibin.