Li Wanê kombûna ji bo dengê 'NA'
HDP û DBP'ê li Wanê ji bo xatirê dengê 'NA' xwarin da. Gelek kes beşdarî vê kombûnê bûn.
HDP û DBP'ê li Wanê ji bo xatirê dengê 'NA' xwarin da. Gelek kes beşdarî vê kombûnê bûn.
Li Wanê, rêxistinê HDP û DBP'ê yên bajêr, nûnerên Rêxistinên Civakî yên Sivîl, Rûspiyên û şêniyên herêmê di xwarina bo xatirê 'NA' de li hev civiyan.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven li vir axivî û got, "Ji AKP'yiyan hebû, ku bi giritna parlamenter, hevserok, hevşaredar û ragihandina Rewşa Awarte re kes li vê derê nikare dengê xwe derxîne. Lê belê gelê Kurd di Newrozê de rabû ser piyan û peyama 'Em li ser piyan e û em ê her tim li ser piyan bin' da tevahiya cîhanê."
'ROJAVA BI FELSEFEYA RÊBER APO, AZAD BÛ'
Guven bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Tecrîdeke giran li ser Birêz Ocalan heye. Ji ber ku ji dengê wî ditirsin. Ji bo Birêz Ocalan naxive vê dikin. Naxwazin dengê Birêz Ocalan were bihîstin. Lê belê nizanin, ku felsefeya Birêz Ocalan li derve ye, nêrînên wî li derve ye. Vaye Rojava bi felsefeya wî azad dibe."
Guven destnîşan kir, ku di referandûma 16'ê Nîsanê de gelê Kurd wê bêje NA û got, "Em ê bi rêya têkoşînê van rojên giran ji ser xwe bavêjin. 16'ê Nîsanê ji bo vê yekê, gava destpêkê ye. Ev bihar bihara gelê Kurd e."
BÛLDAN: GELÊ KURD DI NEWROZÊ DE NÎŞAN DA KU LI SER PIYAN E
Cîgira Serokê Meclîsa Tirkiyeyê û Parlamentera HDP'ê Pervîn Bûldan jî li vir axivî û bal kişand ser lîstikên li ser gelê Kurd tên lîstin. Bûldan tevî hemû zext û destwerdanan jî gelê me li ser piyan e, serî natewîne. Em îro li vir in. Di nava 2 salan de êşên gelekî giran hatin kişandin. Bi taybetî, yên ku xwe li rêjeya ji sedî 13.2 ê dengên HDP'ê û li 80 parlamenterên HDP'ê ranegirtin, ji bo vê serketinê ji holê rakin, ev êşên mezin bi gel dan kişandin. Bi taybetî, li erdnîgariya Kurdistanê di nava 15 salên desthilatdariya AKP'ê de, komkujiyeke bi vî rengî yekemcar rû da."
Bûldan bibîr xist, li Gever, Cizîr, Mêrdîn, Nisêbînê kevir li ser kevir nehat hiştin û got, "Ev hemû ji bo ku HDP careke din nikaribe bikeve Meclîsê hat kirin. Lê belê gelên Tirkiyeyê di 1'ê Mijdarê de lîstikên wan xera kirin. Yên ku di 1'ê Mijdarê de nekarîbûn HDP'ê di binê bendê de bihêlin, destnedana wekîlan rakirn û ew şandin girtîgehan. Ji wan heye ku bi girtina wekîlan, hevşaredaran, bi desteserkirina şaredariyan re dikarin pêşî li têkoşîna azadî, wekhevî, aştî û biratiya gelan bigirin. Lê xwe dixapînin. Di 8'ê Adarê de, di 21'ê Adarê de dîtin ku xwe dixapînin. Niha jî wê di 16'ê Nîsanê de jî bibînin."
Bûldan axaftina xwe bi xwendina peyama Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag qedand.