Li Wanê dorpêça polîsan: Gel li ber xwe dide

Polîsên Tirk parka ku DBP'ê wê li Wanê daxuyanî bida dorpêç kir. Berxwedana gel didome.

Daxuyaniya DBP'ê ya bi dirûşma, ''Niha dema yekîtiya netewî û azadiyê ye'' ku têkilî yekîtiya netewî ya Kurd li Parka Feqîyê Teyran a Wanê wê bike ji hela polîsên Tirk ve tê astengkirin. Hevserokê KCD'ê Bedran Ozturk, Hevserokên DBP'ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir û gelek parlamenterên HDP'ê ji bo daxuyaniyê hatin parkê. Polîsên Tirk bi dehan wesayitên zirxî park dorpêç kirin û piştî bi demekê nehiştin ku kes bikev parkê û ji parkê derkeve.

Li gel terora polîsên Tirk jî gelek endamên partiyê û gel li kuçeyan sekinî, bi dirûşmeyan dibêjin, ''Zext nikarin me çavtirsandî bikin'', ''Bê Serok jiyan nabe''. Li dijî zexta polîsan berxwedana gel didome.

Li ser qada ku wê daxuyanî were danîn tevgera helîkopêran pir zêde ye.