Li Wanê dengê ‘NA’ bilind dibe

Li Wanê rêxistinê HDP’ê û DBP’ê lez dane xebatê referandûmê. HDP’yî û DBP’yî yên ku îro jî çûn 4 navçe û gundan bi gel re civiyan, ji bo wan eleqeyek mezin hate nîşandan.

ŞAX

Hevserokê HDP’ê yê Wanê Yakûp Ataş û rêveberên DBP’ê yên bajêr û rêxistinên navçeyê çûn serdana dikandarên Şaxê û ji bo NA piştgirî xwestin. Ataş ê ku diyar kir ku wê referandûm siberoja gelên Tirkiyeyê diyar bike, bang li hemû welatiyên Şaxê kir ku biçin ser sindoqan û xwedî li sindoqan derkevin.

SARAY

Parlemeterê HDP’ê yê Wanê Adem Geverî û Hevserokê DBP’ê yê bajêr Ahemt Aygun jî li Sarayê bi gundî û dikandaran re civiya û xebatên referandûmê domandin. Geverî yê ku di xebatê de xîtabî gel kir, diyar kir ku ti hêz nikare li pêşiya gel rawest e.

ARTEMÊT

Parlemetera HDP’ê ya Waê Bedîa Ozgokçe Ertan jî çû gundên Çîçeklî, Golkaşi û Bakimli yên girêdayî Artemêtê bi welatiyên gund re civiya. OZgoçe ê ku gun da pirsgirêkê gel û têkildarî referandûmê nirxandin kirin, diyar kir ku polîtîkayên qetlîam û şidetê yên di nava 2 salên dawî de li ser gelê Kurda hatî kirin wê di sindoqan de gel bersiva vê bide.

ERDÎŞ

Parlemeterê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan jî li Erdîşê bi dikandaran re civiya û ji bo Na piştgirî xwest.