Li Wanê bi 37 milyon TL'yî cezayê trafîkê hate birîn

Desthilatdariya AKP-MHP'ê, par 37 milyon TL cezayê trafîkê li welatiyên Wanê birî.

Polîsên trafîkê yên li Wanê, sala 2018'an hema bêjin her roj bi rengekî ne hiqûqî cezayê trafîkê li her wesayitê birîn. Tîmên Midûriyeta Şaxê Kontrolkirina Trafîkê ya Midûriyeta Emniyeta Tirk a li Wanê, di encama 400 hezar kontrolî de 36 milyon 785 hezar TL cezayê trafîkê birîn.

Walî û qeyûmê beriya niha ji Midûriyeta Emniyetê re gotibû, "Şaxê trafîkê karê xwe nake. Li Wanê di trafîkê de ceza li kesî tê birîn?" û li ser vê yekê nuqteyên trafîkê yên li bajêr hatibûn zêdekirin. Hejmara nuqteyên kontrola trafîkê ku berê li sê deveran bû, kirin 15. Hema bêjin li her nuqteyên krîtîk ên bajêr polîs hatin bicihkirin. Cezayên trafîkê jî ji 500 TL'yî derxistin 6 hezar TL'yî. Midûriyeta Şaxê Kontrolkirina Trafîkê ya Midûriyeta Emniyeta Tirk a li Wanê, sala 2017'an li 21 hezar 964 ajokaran, 22 milyon 232 hezar 947 TL cezayê trafîkê birîbû.