Li Wan û Amed û Êlihê Çalakiyên 21’ê Sibatê

Bi boneya Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê li Wan, Amed û Êlihê daxuyanî hatin dayîn.

Li Wan, Amed û Êlihê bi boneya Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê daxuyanî hat dayîn.

WAN

Li Wanê, Komeleya Lêkolînê ya Ziman, Çand û Hunerê (ARSÎSA), bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê, daxuyanî da çapemeniyê. Çalakî, li ber avahiya Komeleyê hat lidarxistin. Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Çep a Kesk (YSP), Komeleya Yekîtî û Çandê ya Piştevaniya yên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniya Wenda Kirine (MEBYA-DER), Meclisa Xwendkaran a Demokratîk (DOM), Komeleya Piştgiriya bi Malbatên Girtî û Hikumxwarî re (TÛHAY-DER), ARYEN ÇAND, Şano Wan, Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), Komeleya Lêkolîna Koçê ya Serhatê (GOÇ-DER), Komeleya Jinan Star, Komeleya Zanist, Antropolojî, Huner û Çandê (BASK-DER) û gelek kesên din tev lê bûn.

Di daxuyaniyê de pankartê li ser “Kurdî, Xwebûn û Nasnameya Me Ya Neteweyî Ye“ nivîsandî û dowîzên li ser “Bê ziman jiyan nabe“, “Zimanê me hebûna me ye“ nivîsandî hatin hildan.

Di daxuyaniyê de kesên jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn û banga piştevaniyê bi mexdûrên erdhejê re hat kirin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji aliyekî ve mirov hewil didin ku xwe ji vê karesatê xelas bikin û li ser pêyan bimînin, ji aliyê din ve ji bo demografiya van bajaran biguhêre, dixwaze vê karesatê wek navgîn bi kar bîne. Lewma cihê ku mexdûrên erdhejê li bajarên din ên Kurdan bi cih bikin, li bajarên Tirkiyeyê û bajarên dûrê Kurdan bi cih dikin. Guhertina demografiyê, awayekê din ê zext û qirkeriyê ye. Nabe ku mirov vê qebûl bike.“

Îşaret pê hat kirin ku erdhej bi piranî li bajarên Kurd lê dimînin rabûye lê xetên rewşa lezgîn ên telefonê û saziyên têkildarê erdhejê, ji bo mirov cihê xwe diyar bikin û hewcedariyên xwe bibêjin, li tu derê cih nedane Kurdî û hat gotin mînakê vê ya herî balkêş jî saziya bi navê YÎMER e.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin Kurd ji bo parastina xwe , bi salan e li zimanê xwe dibin xwedî, yekîtî û birêxistinbûna xwe xurt dikin û li dijî faşîzmê têdikoşin.

EGÎTÎM SEN: ZIMAN NE BI TENÊ NAVGÎNEKÊ LIHEVKIRINÊ YE

Şaxê Wanê yê Sendîkaya Kedkarên Perwerdehî û Zanistê (Egîtîm-Sen) jî bi heman boneyê, li avahiya sendîkayê civîn çêkir. Di civînê de, pankartê li ser“Zimanê me, rûmeta me ye“ nivîsandî, hat vekirin û behsa giringiya zimanê zikmakî hat kirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ziman ne bi tenê navgînekê lihevkirinê ye lê di heman demê de çand û awayê jiyanê ye, hesabnekirina mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî astengiyeke li ser çêbûna kesayetên bi tenduristî û bipêşveçûna çandî.

AMED

Komeleya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), Kovara Destar, Enstîtuya Kurdî ya Amedê û Komeleya Wêjekarên Kurd bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ya Navneteweyî li avahiya MED-DER’ê a li Peyasa Amedê bi zaravayên kurmancî û kirmanckî daxuyanî dan. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Remziye Tosun, rêveber û endamên MED-DER’ê, endamên Enstîtuya Kurdî ya Amedê, endamên Komeleya Wêjekarên Kurd, endamên Kovara Destarê, Komeleya 78’an û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Perwerdehiya bi zimanê dayikê, mafê bingehîn û gerdûnî ye! Binpêkirina vî mafî sûcê li dijî mirovahiyê ye” hatibû vekirin û beşdaran dowîzên “Divê kurdî bibe zimanê fermî” û “Ziwanêko azad, cuyeka azad e” rakirin.

Daxuyaniya bi zaravayê kirmançkî ji hêla Hevseroka MED-DER’ê Şukran Yakût ve û ya bi kurmancî jî ji hêla Dr. Mehmet Remzî Azîzoglû ve hate xwendin.

DIJWARIYA KARESATÊ

Azîzoglû destnîşan kir ku 21’ê Sibatê bi karesateke dijwar pêşwazî dikin û wiha got: “Ji ber vê karesatê bi deh hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan û hîna bi hezaran kes di bin kavilên avahiyan de ne û bi milyonan kes jî bê cih û war man. Em wek saziyên zimanê kurdî ji bo malbatên kesên jiyana xwe ji dest dayîn sersaxiyê û ji birîndaran re jî şîfaya xêrê dixwazin.”

NÊZÎKATIYA LI DIJÎ KURDISTANÊ

Bi domdarî Azîzoglû ev tişt anî ziman: “Her çend ku ev karesat karesateke siruştî be jî, ji ber xemsariya desthilatdaran, ji ber rant û talanê û bi taybetî jî li Kurdistanê ji ber hişmendiya dijminane û dagirkeriyê, vê karesatê encamên pir xerabtir derxistin holê. Heke di roja rojê de tevdîrên pêwîst bihatina girtin û piştî erdhejê zû mudaxele bihata kirin, îro bi dehhezaran mirovan jiyana xwe ji dest nedidan.

EV YEK NAYÊ QEBÛLKIRIN

Vê karesatê careke din nîşan da ku ev pergal di mijara jiyana mirovan de çiqas zêde xemsar e. Li aliyekî mirov hewl didin ku ji vê karesatê bi saxî bifilitin û li ser pêyan bimînin, li aliyekî din jî dewleta tirk dixwaze vê karesatê bike wesîleyeke wisa ku demografiya van bajarên me biguherîne, pişaftinê li wan deran pêşvetir bibe. Lewma jî li şûna ku lêqewimiyên erdhejê li bajarên din ên kurdan an li bajarên nêzîk bi cih bike, wan dibe li bajarên tirknişîn û dûr ji bajarên kurdan bi cih dike. Guhertina demografiyê jî awayekî din ê pişaftin û qirkirinê ye. Ev yek nayê qebûlkirin!

TUNEHESIBANDINA KURDÎ TUNEHESIBANDINA KURDAN E

Erdhejê li gel xemsariya dewletê ya li hemberî jiyana mirovan, di heman demê de faşîzma li ser gelê kurd û zimanê kurdî û ya li ser penaberan jî derxist meydanê. Gelek kesên di bin kavilan de mabûn, ji ber ku bi tirkî nezanîne, tirsiyane ku heke bi zimanê xwe yê dayikê bibêjin ‘hawar’, kes dê bi hawara wan ve neçe. Lewma dengê xwe dernexistine. Ev rewş nîşan dide bê ka çawa ev pergal kesên netirk û tirkînezan mecbûrî mirinê dike. Bi heman awayî, tevî ku ev erdhej li gelek bajarên kurdan pêk hatibe jî, xetên telefonê yên hawarçûnê û saziyên ku ji bo lêqewimiyên erdhejê hatine avakirin da ku ew bi rêya wan cihê xwe diyar bikin yan jî pêwîstiyên xwe bînin ziman, di wan de bi tu awayî cih nedane zimanê kurdî. Mînaka herî berbiçav jî saziya bi navê YÎMERê ye. Tunehesibandina kurdî tunehesibandina kurdan e!

EM Ê HETA DAWIYÊ TÊBIKOŞIN

Çawa ku bi salan e gelê kurd li hemberî vê faşîzmê têdikoşe, xwedî li zimanê xwe derdikeve, hevgirtin û rêxistinbûna xwe zêdetir dike da ku hebûna xwe biparêze, bi vê karesata giran derkete holê ku tiştê ku hebûna me biparêze, tiştê ku me ji destên vê pergalê xelas bike, hevgirtin û rêxistinbûna gel e. Hevgirtin û rêxistinbûna gelê me nebûya, dê encamên vê karesatê pir zêdetir bûbûna. Pêwîst e ji niha û pê de em vê yekê pêşvetir bibin. Ji ber ku rêyeke din nîn e ku em xwe ji vê pergala mirovkuj û zimankuj rizgar bikin.

Em weke saziyên zimanê kurdî, bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî, dixwazin destnîşan bikin ku em di her şert û mercî de li ba gelê xwe ne, li ba zimanê xwe ne û gelê xwe û zimanê xwe ji însafa pergalê re nahêlin û em ê heta dawiyê ji bo perwerdeya bi zimanê kurdî tê bikoşin.”

Daxuyanî bi spasdariyê bi dawî bû.         

ÊLIH

Li Êlihê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Arî (ARÎ-DER), bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê daxuyanî da. Daxuyanî li ber Şaxê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) hat dayîn. Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê, Hevşaredara Êlihê Songuk Korkmaz qeyûm li şûna wê hat tayînkirin, Hewildana 78’an, rêveberên HDP, DBP û Partiya Kesk a Çep tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankartê li ser ‘’Hezkirina ziman, hezkirina welat e, hezkirina welat, hezkirina xwebûnê ye’’ nivîsandî hat vekirin û Hevseroka ARÎ-DER’ê Elîf Kivircik axivî.

Kivircik, wiha got: ‘’Gelê me bi hev re ne yek bûya, dibû ku encamên vê felaketê zêdetir bibûna. Ji niha û pê ve divê em vê yekîtiya xwe xurt bikin. Çimkî rêyeke din a mirov xwe ji vê pergala bixwîn xelas bike, nîn e. Em xelk û zimanê xwe ji wijdanê pergalê re nahêlin. Heta ku Kurdî bibe zimanê fermî yê perwerdehiyê em ê têbikoşin.“

Serokê Şaxê Egîtîm Senê Nûrettîn Şîmşek jî destnîşan kir ku divê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê.

 Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran jî anî ziman ku wan betehemuliya li dijî  Kurdî di erdhejê de jî dîtiye û got ku mirovên tirsiyane xwe bi zimanê xwe îfade bikin jiyana xwe ji dest dane û wiha axivî: “Em, li dijî vê hişmendiya talan û înkar dike, bi hev re têbikoşin.“