Li Trabzonê çalakiya li dijî îstasyona bazê

Gerîlayên HPG’ê diyar kirin ku di 24’ê Hezîranê de li nêzî gundê Altindere yê Maçkayê ya bi ser Trabzonê li dijî îstasyona bazê çalakiyek lidar xistine. Wesayîtên bi zirx ên ku hatine mudaxelekirinê jî bûne hedefa gerîllayan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û têkildarî çalakiyên gerîlayên HPG’ê ev tişt diyar kir:

“Di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de hêzên me li Çelê û Şemzînanê li dijî kozikên artêşa Tirk a dagirker çalakî lidar xistine.

Di 25’ê Hezîranê de saet di 06.30’an de hêzên me li hemberî leşkerên dijmin ên li Girê Şehîd Mazlûm çalakiyek lidar xistine. Di çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 2 leşker hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.

Di heman rojê di saet 14.00’an de li dijî leşkerên li Girê Şehîd Zekî ya bi ser Çelê çalakiyek hatiye lidarxistin. Bi qasî ku hatiye destpêkirin leşkerek birîndar bûye.

Di heman rojê de saet di 15.40’an de hêzên me li kozikên dijmin ên Girê Sîvrî yê Şemzînanê dane. Di çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatiye tespîtkirin.

LI DERSIMÊ ÇALAKIYA LI HEMBERÎ YEKÎNEYA VEŞARTÎ

Hêzên me di 25’ê Hezîranê de li dijî yekîneyeke veşartî ya di navbera qereqola Velyanê ya Mêzgirê ya Dersimê û gundê Dûtyanê çalakiyek lidar xistiye. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin 2 leşker hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê leşkeran dev ji gir berdane û ketine qereqolê.

ARTÊŞA TIRK LI KEMAHÊ OPERASYON DA DESTPÊKIRIN

Di 24’ê Hezîranê de li derdora gundê Deraşoran a Kemahê ya bi ser Erzîncanê artêşa Tirk a dagirker operasyonek daye destpêkirin. Ji roja ku operasyon hatiye destpêkirin heta 25’ê Hezîranê saet 05.00’an artêşa Tirk bi obus, hawan û helîkopterên Kobra li Geliyê Merekê daye.

LI TRABZONÊ ÇALAKÎ

Di 24’ê Hezîranê saet di 03.30’an de yekîneyeke me ya gerîlayan stasyona bazê ya li nêzî gundê Altindere yê Maçkayê ya Trabzonê îmha kiriye. Piştî çalakiyê wesayîtên bi zirx ên ku hatine mudaxeleyê bikin di navbera gundên Meryem Ana û Samandorayê bûne hedefa gerîlayan. Di encama çalakiyê de wesayîta bi zirx a Akrep bi qasî 600 metreyan ji kendalê firiyaye binê newalê û ji binî ve îmha bûye. Hejmara leşkerên mirî û birîndar ên tê de nehatine tespîtkirin.

Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker cenazeyên leşkeran bi wesayîtên sîvîl rakiriye û enkaza wesayîtê li qadê dûr xistiye.

Dijmin piştî ku miriyên xwe ji qadê derxistiye, li qadê operasyonek daye destpêkirin. Hêzên me di 25’ê Hezîranê de li dijî yekîneyeke vê operasyonê çalakiyek li dar xistiye. Di çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin. Li herêmê operasyon didome.

LI GEWAŞÊ OPERASYON

11’ê Hezîranê artêşa Tirk li Çiyayê Artos û derdorî wê ya girêdayî navçeya Westan a Wanê dest bi operasyonekê kirine. Di operasyona bi alîkariya balafirên bê mirov ên keşfê hate lidarxitin, gelek êrîşên hewayî pêk hatin.

13’ê Hezîranê saet 07:00’an, hêzên me bi yekîneyekî ya operasyonê re şer kirine. Di şerê demekî dirêj sîng bi sîng dom kir de hevrêyekî me bi giran birîndar dibe, ji bo bi saxî nekeve destê dijmin bombeya li ser xwe diteqîne û şehîd dikeve. Di dewama operasyonê de dîsa hevrêyekî me şehîd ketiye.

Di vî şerê hejmara kuştî û birîndarên artêşa Tirk nehate zelalkirin de 2 hevalên me gihiştine şehadetê, hevrêyekî me jî bi birîndarî sax ketiye destê dijmin.

LI HERKEKOLÊ ÇALAKÎ, 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

25’ê Hezîranê saet 10:00’an, hêzên me li dijî leşkerên artêşa Tirk ên li Girê Şehîd Canxort ê li Herêma Herekol a Sêrtê bi cih bibûn çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin 2 leşker hatin kuştin.

Beriya 10 rojan komekî kontra, cil û bergên hêzên me li xwe kiribûn, bi ser gundê Kevin ê Dihê yê Sêrtê girtibû, welatiyê sivîl ê bi navê Suleyman Şen binçavkirin. Hêzên dijmin xwstin vê bûyerê bixin stuyê hêzên me. Ti eleqeya hêzên me bi vê bûyerê re nîne.

Nasnameya 2 hevrêyên me yên li Wanê şehîd bibûn wiha ne:

Nasnav: Çekdar Brûsk

Nav û Paşanv : Yidirim Bozkûrt

Cihê Jidayîkbûnê: Wan

Navê Dayîkê-Bav: Hangîl - Kadîr

Cih û Dîroka Şehadetê: Wan/ 13’ê Hazîrana 2017

***

Nasav: Karker Êrîş

Nav û Paşnav: Abdulselam Saydan

Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg

Navê Dayîkê- Bav: Husna - Yasîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Wan/ 13’ê Hazîrana 2017