Li Tîpa T’yê a Wanê lêgerîna ji aliyê serdar û leşkeran

Parêzer Umît Dede diyar kir ku rêveberiya Girtîgeha Tîpa T’yê ya Wanê bi serdar (Binbaşı) û leşkeran re di qawişan de lêgerîn pêk aniye û got, hemû nivîn, cil û bergên girtiyan di cîhaza X-Rayê re derbas kirine.

Li gelek girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê her roj mafên girtiyan tên qedexekirin û êşkence li wan tê kirin. Li gel êşkence û êrîşên li dijî girtiyan jî binpêkirin mafan pir zêde bûye. Di rojên dawî de ji gelek girtîgehan agahiyên xeternak tên û yek ji van Girtîgeha Tîpa T’yê ya Wanê ye. Parêzer Umît Dede, di 29.10.2017’an de li Girtîgeha Tîpa T’yê ya Wanê bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêkanî û diyar kir ku rêveberiya girtîgehê bi serdar (binbaşı) û gelek leşkeran re li qawişan lêgerîn pêk aniye û hemû nivîn, cil û bergên girtiyan di cîhaza X-Rayê re derbas kirine û piştre nivîn, cil û bergên girtiyan radestî wan kirine.

‘NIVÎNÊN GIRTIYAN DI CIHAZA X-RAYÊ RE DERBAS KIRIN’

Parêzer Dede, agahiyên ji miwekîlê xwe girtine û bi ajansa me re parve kir û wiha got: “Li girtîgehê di 27.10.2017’an de lêgerînek berfireh pêk hat, di lêgerînê de hemû rêveberên Girtîgehên Wanê, Dozger û leşkeran lêgerîn pêk anîn. Di vê lêgerînê de hemû tiştên taybet û nivînên girtiyan yek bi yek di cîhaza X-Rayê re derbas kirine û piştre hemû tiştên taybet û nivînên girtiyan radest kirine. Ev lêgerîn bi awayekî şikandina rûmetê pêk hatiye û em ê ti carê lêgerînên wiha qebûl nekin. Dîsan 13 hevalên me bê ku sedem û hincet were nîşan din cihê wan guhertin û birine qawîşeke din. Her wiha em nizanin em ê werin sirgûn kirin yan ne.”

‘BI KAMERAYÊ ŞOPANDINA GIRTIYAN’

Dede da zanîn ku miwekîlê wî li ser pêkanînên cuda yên girtîgehê jî agahî dan û ev tişt got: “Ti cil û bergên reş destûr nadin têkeve girtîgehê. 10 roj in Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Welat nadin girtiyan. Demek dirêj e dixwazin hevdîtinên girtiyan a bi malbat û parêzeran re li pêş kamerayê û gardiyanan re bê kirin.” Miwekîlê me dibêjin, “Em ê bi ti awayî vê pêkanîna girtîgehê qebûl nekin, pêwîst bike em ê bi parêzer û malbata xwe re jî hevdîtinê pêk neynîn.”

‘LI DIJÎ PARASTINÊ ÊRÎŞ E’

Parêzer Dede anî ziman ku pêkanînên li Girtîgehên Wanê binpêkirinên mafan in û got: “Ev êrîşeke li dijî parastina mafê girtiyan e. Dîsan mafên parastina wan ya li gel parêzeran tê birrîn. Divê ev binpêkirinên mafan û pêkanînên dermirovahî demildest bi dawî bibe. Li ser van binpêkirinan di heftiya pêşiya me de li gel dozger û rêveberiya girtîgehê hevdîtinên me wê çêbibe û heta dawiyê em ê li pey mafên miwekîlên xwe bigerin. Heger di heftiya pêş de guhertin û pêşketin çêbe em bi raya giştî re ragihînin.”