Li Şirnexê keyayên ku ne AKP’yî ne tên binçavkirin
Li navenda Şirnexê di serdegirtina malan de, gelek keyayên taxa û xebatkarên Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê jî di nav de zêdeyî 40 kes hatin binçavkirin.
Li navenda Şirnexê di serdegirtina malan de, gelek keyayên taxa û xebatkarên Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê jî di nav de zêdeyî 40 kes hatin binçavkirin.
Li navenda Şirnexê serê sibê di serdegirtina malan de gelek keyayên taxan û xebatkarên Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê jî heyî gelek kes hatin binçavkirin. Di serdegirtina malan de piştî lêgerînan, keyayê taxa Yeşîlyûrt Mehmet Geçgel, keyayê taxa Dîcle Mûrat Baysal, keyayê taxa Vakifkent Hasan Tekînalp, keyayê taxa Yenî Saît Kulter, keyayê taxa Gazîpaşa Saît Acar, keyayê taxa Bahçelîevler Cemal Bektaş, keyayê taxa Îsmetpaşa Nûrettîn Çevîk û keyayê taxa Gundogdu Mehmet Ertak, xebatkarên Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnex Selçûk Ugur û Abdûllah Kayaş jî heyî gelek kes hatin binçavkirin.
Sedema kesên binçavkirî nehat zanîn û hat ragihandin ku kesên binçakvirî birine Midûriyeta Polîsan a Şirnex.