Li Silopiyayê terora destgîrkirinê
Hêzên çekdar ên rejîma Tirk, danê sibehê li Silopiyayê avêtin ser malan û herî kêm 3 kes destgîr kirin.
Hêzên çekdar ên rejîma Tirk, danê sibehê li Silopiyayê avêtin ser malan û herî kêm 3 kes destgîr kirin.
Li gorî agahiyan, polîsên Tirk danê sibehê li navçeya Silopiya ya Şirnexê avêtin ser malan. Di serdegirtinê de Besna Sakman a 55 salî ku kurekî wî li girtîgehê girtî ye, Abdullah Mete yê 66 salî û Abdullah Eren ê 60 salî destgîr kirin.
Her sê kes bi îdîaya "endametiya rêxistinê" birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.