Li Silêmaniyê Ciwanên Welatparêz serdana partiya Nifşê Nû kir

Şandeyek ji Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer li bajarê Silemanî çûn serdana Partiya Nifşê Nû û bi endamên partiyê re civiyan.

Li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê endamên Komelya Civanên Welaptarêz û Rêxistina Jin ên Ciwan ên Têkoşer bi endamên Partiya Nifşê Nû re civiyan.

Armanca sereke ya hevditînê ew bû ku platformek ciwanan li dijî êrîşên dagirker bê avakirin. Di hevditînê de endamên Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Jinên Ciwan ên Têkoşer der barê êrîşên dagirker li ser axa Başûrê Kurdistan û taybet li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê niqaş kirin. Li ser erk û berpirsyartiya ciwanan di vê pêvajoyê de niqaşên germ hatin meşandin.

Ciwanên Partiya Nifşê Nû serdana Ciwanên Welatparêz û Jin ên Ciwan ên Têkoşer bi keyfxweşî pêşwazî kir û di encama hevditînê de fikrek hevbeş li ser êrîşên dagirker derket holê. Ciwanên Nişfê Nû daxuyakirin ku ew amade ne ji bo her erk û berpirsyartiya ku dikeve ser milê wan û ew ê li dijî dagirkeriya Tirk bêdeng nemînin.