Li Sêrt û Colemêrgê çalakiyên gerîla: 3 leşker hatin kuştin

HPG'ê ragihand, di çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê de li Sêrt û Colemêrgê herî kêm 3 leşkerên artêşa Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser çalakiyên rojên dawî yên gerîlayên HPG û YJA Starê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

"Roja 26'ê Hezîranê saet di 09:20 de, hêzên me yên YJA Starê li dijî leşkerên artêşa TC a dagirker ên li girê Şehîd Berxwedanê li herêma Herekolê ya Sêrtê bi cih bûbûn, çalakiyeke sekvaniyê lidar xistin. Di encamê de leşkerekî dijmin hate kuştin.

27'ê Hezîranê saet di 17:30 de, hêzên me yên YJA Starê li dijî çeperên artêşa TC a dagirker ên li girê Şehîd Canxort ê li herêma Herekolê çalakiyek pêk anîn. Bi qasî ku hate tespîtkirin, di vê çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, hêzên me li leşkerên dijmin ên li girê Elîşêr ê li navçeya Gever a Colemêrgê xistin. Di encama çalakiya sekvaniyê de leşkerek hate kuştin.

27'ê Hezîranê saet di 15:00 de balafirên şer ên artêşa TC a dagirker, bombe li qada gundê Filleh ê herêma Zapê ya ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Ji ber vê êrîşê tiştek bi hêzên me nehatiye."