Li Sêrt, Êlih û Edene qirkirina siyasî
Li Sêrtê 19 kes hatibûn binçavkirin her wiha li Edene jî gelek kes hatin binçavkirin. Li Êlihê 4 kes hatin girtin.
Li Sêrtê 19 kes hatibûn binçavkirin her wiha li Edene jî gelek kes hatin binçavkirin. Li Êlihê 4 kes hatin girtin.
Her ku referandûm nêz dibe rejîma dîkatorî ya AKP/Qesrê ling dide operasyonên qirkirina siyasî.
SÊRT
Li Sêrtê 19 kesên ku di navbera 30-31’ê Adarê de hatin binçavkirin hê jî li Emniyeta Navçeyê têne girtin.
Navê kesên ku hatine binaçvkirin wiha ye: Endamên Meclîsa Şaredariyê ya Dihê Musa Baykara, Idrîs Yildirim, Azîz Dayan, Salîh Ozer; endamên meclîsa giştî ya DBP’ê Idrîs îlhan, serokê berê yê DBP’ê yê Dihê Huseyîn Alan, rêveberên berê yên DBP’ê Tahîr Tugrul, Orhan Yildirim, Tahsîn Akus û Hasan Erdogan, Bahattîn Aksu, Faruk Demîr, Emîn Yildiz, Ismaîl Yildiz, Adnan Ozkan, Zekî Algan, Gurbet Oktay, Derya Aksu, Ozlem Aydin.
ÊLIH
Li Êlihê 30’ê Adarê Hevserokê Navçeyê DBP’ê yê Navçeyê Şerîf Yagiz, Rêveberê Bajêr Gurgîn Bilîr û Adanan Erdem, Ibrahîm Bîçecek hatibûn binçavkirin, duh piştî ku îfadeya wan li dozgeriyê hate standin, bi daxwaza girtinê şandin dadgehê. 4 kes bi hinceta ku ‘endamên rêxistinê ne’’ hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa Ma Êlihê.
EDENE
Li Edene îro polîsan bi ser gelek malan de girtin. Gelek endamên Partiya a Avakirina Sosyalîst a Ji Nû ve (SYKP) hatin binçavkirin. Ên ku hatin binçavkirin pêşî ji kontrola tendiristiyê ya Tiba Edlî derbas kriin û piştre ew birin Şûbeya TEM’ê ya Midûrîyeta Emniyetê ya Edene.
Navê kesên ku hatin binçavkriin: Denîz Kurdoglu, Ibrahîm Bademcî, Ayberk Ozdogan.
Her wiha polîsan deriyê mala serokê Bajêr ê Edene yê SKYP’ê şikandin û ketin hundir. Li hundir kes nehate dîtin lê polîsan mal serûbinî hev kirin, dest li ser pirtûk, qerta xêvê û kompîtirê danîn