Li ser sînorê Wan-Rojhilat 'dîwar'ekî nû tê lêkirin

Dewleta Tirk, bi îdîaya astengkirina koçberan li ser sînorê Wan-Rojhilat dîwêr lê dike.

Dewleta Tirk ku li navçeya Çaldiran a Wanê û navçeya Bazîd a Agiriyê bi dehan kalekol û qereqol li ser sînor lê kiriye, niha jî dîwêr lê dike.

Dewleta Tirk a ku qîma xwe bi kalekol û qereqolên li ser sînor nîne, li beşeke mezin a sînorê Wan-Îran, Agirî-Îran (Rojhilat) dîwanr lê kiribû. Hate îdîakirin ku dîwar ji bo astengkirina koçberan tê lêkirin, lê belê tê gotin ku armanca rastî ya lêkirina dîwar şerê li herêmê ye.

Her meh bi hezaran koçber ji Îranê tên Wanê. Bİ taybetî li herêmên ku qereqol lê ne derbas dibin. Tê zanîn ku li navçeya Çaldiranê bazirganên mirovan û leşker bi hevkarî koçberan digihînin Wanê û ji vî karê xwe jî gelekî pereyan qezenç dikin. Dewleta ku ji koçberan pereyan qezenç dike, nahêle ku gelê Kurd bazirganiya li sînor bike.

Dewleta Îranê û dewleta Tirk her meh li Wanê û bajarên li ser sînor ên Îranê 'civînên ewlekariyê' li dar dixin. Meha Tebaxê ji bo astengkirina koçberan û pêşîgirtina li bazirganiya li ser sînor civînek pêk anî bûn. Piştî civînan, karê lêkirina 'dîwarê ewlekariyê' yê li ser sînor hate xurtkirin.

Şêniyên Çaldiranê dibêjin ku dîwar ne ji bo astengkirina koçberan, lê belê ji bo destpêkirina şerekî topyekûn ê li dijî Kurdan û koçberkirina gel tê lêkirin.