Li ser qetlîama 33 guleyan re 77 sal derbas bû

Li ser qetlîama 33 guleyan a li navçeya Qelqelî ya Wanê re 77 sal derbas bû. Malbatên ku hê hestiyên ximzên xwe negirtine, daxwaz kir ku dewlet lêborînê bixwazin û Geliyê Sefo cihê ku qetlîam lê hatî kirin ji herêma qedexekirî bê derxistin.

Li navçeya Qelqelî ya Wanê sala 1943’an 40 gundî tên destgîrkirin. Dadgeh 5 kesî digirin û biryara berdana yên din dide. Serokkomarê demê Îsmet Înonu tevî vê jî biryar dide Orgeneral Mûstefa Mûglali diçe Qelqeliyê û dîsa ji nû ve gundiyan destgîr dike. Gundî deverekî nêzî sînor bi îdîaya ‘qaçaxçî’ ne didin ber guleyan. Li gorî girtenameya ku berê hatibû amadekirin bi îdîaya ku dema hewl dane bi revin hatine gulekirin. Gundiyek ji bûyerê bi birînarî filitî xwe gihandibû Îranê, piştî salan vê rewşê dibe dadgehê lê ti encam jê dernakeve.

Bi hatina ser desthilatê ya Partiya Demokrat (DP) û ji ber şerê wan ên desthilatê ya li gel CHP’ê mijar çû rojeva Meclîsê. Li ser erêkirina pêşnûmepirsa ku Serokê Meclîsê derbarê leşker û rêveberên sivîl ên têkildarî mijarê lêpirsîn hate vekirin. Ji doza ku hemû bersûc li Dadgeha Leşkerî ya Serfermandariyê bi girtî dihatin darezandin, ji bo Mûglali yê ku fermana înfazê dayî, 2’yê Adara 1950’î biryara kuştin, piştre jî ji ber temenê wî yê zêde ji ber sedemên sivikkirinê 20 sal ceza lê hate birîn. Lê Dadgeha Bilind a leşkerî biryar betal kir. Berî ku Mûglali ji nû ve bê darezandin 11’ê Kanûna 1951’an (71 salî) li girtîgehê mir.

Aliyên xwe li cezayê mirinê yê ji bo Mûglali hatibû dayîn ranegirtin li baxçeyê Serfermandariya Giştî bustekî yê Mûglali danîn. Piştre li Mûglayê li kolanekê navê ‘Rêya Mûstefa Mûglali’ lê hate kirin û piştre jî ji bo cihekî din jî ‘Cihê kar ê Mûglali’ hate lêkirin.

Bi vê jî nebes bû di 6’ê Gulana 2004’an a salvegera darvekirina Denîz Gezmîş li Qelqelî ya qetlîam lê hate kirin navê herêmeke leşkerî weke ‘Kişlaya Orgeneral Mûstefa Mûglali’ lê hate kirin. Li ser nerazîbûnên gel dewletê ya demeke dirêj navê Mûglali ji kişlayê nerakir herî dawî sala 2010’ê neçar ma ku li ser kişlayê rake.

77 SAL E KETINA GELIYÊ SEFO QEDEXE YE

Li Geliyê Sefo ku cihê qetlîam lê hate kirin ji ber ku 77 sal e di çarçoveya herêma qedexe ya leşkerî de ye, xizmên kesên hatine qetilkirin, nikarin bikevin herêmê. Herî dawî malbatên ku xwestin li herêmê abîdeyekê danin, ev daxwaza wan hate redkirin.

Di sala 77’an de ku em bi malbatên kesên wan di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dayîn re axivîn daxwaz kirin ku divê dewlet ji ber qetlîamê lêborînê bixwaze û herêma ku qetlîam lê hate kirin ji çarçoveya herêma qedexe ya leşkerî derbixînin û rêya ketina herêmê ji bo wan bên dayîn.

DEWLETÊ JI MALBATAN LÊBORÎN NEXWEST

Ji xizmên ku di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dane Cezayîr Ozkaplan anî ziman ku qetlîamên li hemû derên cîhanê tên kirin bi nefret şermezar dikin. Ozkaplan diyar kir ku qetlîama 33 guleyan ne qetlîamake ji rêzê bû, girêdayî konjonkturên civakî-siyasî yên rojê ve girêdayî bû û got: “Piştî qetlîamê şîn jî hate qedexekirin. Li gorî mezinên me ji bo me vegotin, mal bi mal geriyan û rê nedan ku ji bo qetlîamê jî kes bigirî, rê neda ku konê sersaxiyê jî bê danîn. Cenazeyên xizmên me nedan me, gur û teyran xwarin. Bi kinahî ji bo me gotin; ‘Me bavê we, bira, hevalê we kuşt, lê girî jî ji bo we qedexe’ dikin.

Ji wê rojê heta niha tiştek nehatiye guhertin. Qetlîam dom kirin. Şêx Seîd, Dersim, Geliyê Zîlan û herî dawî li Roboskiyê jî qetlîam hate kirin. Kalikên me jî hatin qetilkirin, neviyên wan jî qetil dikin. Hatin girtin, hatîn sirgûnkirin. Piştre jî dibêjin; ‘em hemû biran e, welatê me tevan e’.. Erê ev welat ê me ye, kalikên me li Çanakkaleyê mil bi mil şer kirin, xwîna wan rijiya, lê dema vegeriyan hatin înfazkirin. Banga me ji bo dewlet û hikûmetê ye divê li gel sedemê qetlîama 33 guleyan ji malbatan lêborîn bixwazin.”

‘DI SALA 77’AN DE JÎ TIŞTEK NEHATE GUHERTIN’

Yek ji xizmên di qetlîamê de jiyana xwe ji dest daye ku bi salan Serokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxê Wanê kiriye Omer Îşik jî destnîşan kir ku bi ji bo hemû aliyên qetlîamê bên ronîkirin têkoşînê dikin û got: “Hêzên serwer ên demê li herêmên ku Kurd lê dijîn, bi qetlîaman polîtîkayên çewisandin û jihevxistinê xistin dewreyê. Yek ji van qetlîaman jî qetlîama 33 guleyan a kete dîrokê qetlîama li Geliyê Sefo ye. Îro li gelek cihî li ser Kurdan qetlîam tên kirin. Ji sala 1943’an heta niha tiştek nehatiye guhertin.”

‘DIVÊ DEWLET BÊ HEVRÛYÊ QETLÎAMÊ’

Işik bibîr xist ku îro jî hê Kurd û hêzên demokrasiyê di hedefê de ne û wiha pêde çû: “Min li ÎHD’ê rêveberî kir. Faîlê qetlîama 33’an Mûstefa Mûglali navê wî dan kişlaya leşkerî û bi vê rêzdarî dan qetlîamkerî. Nexasim di nava yên hatin qetilkirin de Sînan Çavûş ê leşkerî jî dikir hebû. Ti hewesekî me ya tolhilînê nîne, tenê em dixwazin bi qetlîamê re hevrû bibin.Ev daxwaz ne tenê daxwaza kesên ku xizmên wan di qetlîamê de hatine kuştin, daxwaz hemû Kurdan e. Em daxwaza aştî, biratî û wekheviyê dikin.”

QETLÎAMA 33 GULEYAN ÇAWA PÊK HAT?

Qetlîama 33 guleyan yan jî bi gotina rayedarên dewletê Bûyera Mûglali 28’ê Tîrmeha 1943’an li navçeya Qelqelî ya Wanê 33 kes bi îdîaya ‘qaçaxçîtiya’ lawiran li ser fermana 3’emîn Fermandarê Artêşê Orgeneral Mûstefa Mûglali bê darezndin hatin înfazkirin. Piştî kuştina 32 kesî û şûnde kesek bi birîndarî derbasî Îranê bû. Kesê birîndar piştî ku agahiyên qetlîamê gihande Enqerê û şûnde bûyer derkete holê.