Li Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên ji bo Efrînê wê bidomin

Çalakiyên ji bo Efrînê ku duh li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Tehranê dest pê kirin, wê dewam bikin.

Li gelek bajar û navçeyên Rojhilatê Kurdistanê duh bi şev ji bo Efrînê çalakî hatin lidarxistin. Gelê Rojhilat bi dirûşma "Rojhilat Efrîn e" daket qadan û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê şermezar kir.

Lİ abjarên Bokan, Merîwan, Kamyaran, Seqiz, Sine, Mahabad, Selmas û li paytexta Îran Tehranê bi deh hezaran kes daketin qadan.

Tevî astengiyên rejîma Îranê jî gelê Rojhilat bi qîrîna dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Bimire Erdogan", "Dîktator Erdogan", "Dagirker dewlet Tirk" dewleta Tirk şermezar kir.

Li Merîwanê di dema çalakiyê de hêzên Îranê gelek çalakger binçav kirin. Navê 7 kesên li Merîwanê hatin binçavkirin wiha ye: Ednan Hesen Pûr, Arman Xefûrî, Mihemed Daniş, Feramerz Mihemedî, Nasih Bexşî, Diyar Bezdanî û Ehmed Îran Pena.

Çav li rê ye ku çalakiyên li Rojhilatê Kurdistanê îro jî dewam bikin.