Li Rêya Armûşê xebatên endamtiya HDP'ê didomin

Rêxistina Navçeya Rêya Armûşê ya HDP'ê li gel hemû zor û astengkirinên dewleta Tirk jî xebatên endamtiyê didomîne.

Hevserokê Navçeya Rêya Armûşê ya HDP'ê Tuncer Sagniç got li gel astengkirina polîsên Tirk jî gel bixwe tê û ji bo endamtiyê qeyda xwe çêdike.

Sagniç got mafên destûrî hatine rakirin, xebatên tax û kuçeyan têne astengkirin û got, ''Cihê ku em tê re diçin garaneke polîsan tê wir û nahêlin ku em û gel werin cem hev. Ji ber ku tê astengkirin ku mirov derbirîna xwe bikin ji bo navenda navçeyê em xebatên cihê dikin.''

Sagniç her wiha diyar kir eleqeya gel a ji bo kampanyaya endamtiyê pir geş e û got, ''Ji avabûna HDP'ê ve tim xebatên endamtiyê têne kirin. Bi van operasyonên dawî re em dibînin ku kesên ku dibine endamên partiyê zêdetir dibin û ev me kêfxweş dike. Ev 500 roj in çalakî û bername qedexe kirine. Van qedexeyan ji bo ku xebatên me asteng bikin datînin. Derheqê vê me pêvajoya dadgehê jî da destpêkirin. Em nikarin standan vekin, nikarin materyalên xwe yên dîtbar û niviskî belav bikin. Li gel ku li qadê em têne astengkirin jî gelê me tê vir û dibe endam. Ev jî moraleke mezin dide me.''