Li Qoserê ji germa zêde agir bi wesayitan ket

Li Qoserê ya Mêrdînê germ têra xwe zêde bû. Li Qoserê ji ber germa zêde trektorek, mekîneyeke kar û wesayitek ji ber germa zêde agir bi wan ket û şewitîn.

Li taxa Kermîrara a Qoserê traktora Hadî Yusufoglu dema ku erd cot dikir agir bi motorê ket û şewitî. Tîma agirkuj hate cihê şewatê, agir vemirand lê traktor bi temamî şewitî.

Bûyera dî jî li taxa Aşîtî pêk hat. Wesayita ku park kiribû, agir bi kontaka wê ya elektrîkê ket û şewitî. Agir hate vemirandin lê ziyaneke mezin gihaşte wesayitê.

Şewata dî jî li deriyê pêşî yê Herêma Organîze Sanayî ya Mêrdînê pêk hat.

Li sîteya A Balokê mekîneyeke kar a ku li febrîkaya betonê dişixulî agir pê ket. Piştî ku agahî hate dayin tîme agirkuj hate cihê bûyerê.

Agir hate vemirandin, tîma agirkuj dest bi cemidandinê kirin lê ziyaneke mezin gihaşte mekîneyê.

Li Qoserê germometre 60 pîleyî nîşan dide.