Li Nisêbînê bi hezaran kesî agirê Newrozê pêxist

Li Nisêbînê bi deh hezaran kesî bi rengekî bi coş agirê Newrozê pêxist û berxwedana Efrînê slav kir.

Gelê Nisêbînê li Parka Cegerxwînê hate cem hev û bi coşiyeke mezin berê sibehê dest bi pîrozkirina Newrozê kir. Li Nisêbînê piştî du salên ku bi qirkirina siyasî û şer cara pêşî ye ku Newroz hate pîrozkirin. Ablûkaya zêde ya hêzên dewletê ya li Newrozê bal kişand. Derdora qadê ji hêla polîsan ve hate pêçan û li ser qadê tim heron çûn û hatin.

KUT: PIR HEWL DAN KU NEWROZ NEYÊ PÎROZKIRIN

Hevserokê HDP’ê yê Navçeê Ferhat Kurt got ji bo ku Newroz neyê pîrozkirin gelekî astengî derxistin pêş wan lê dîsa jî bi ser neketin û Newroz niha pîrozkirin.

PEYAMA YILDIRIM Û KAYA

Wekîla HDP’ê ya Mêrdînê Gülser Yıldırım jî peyam ji Newrozê re şand. Yıldırım di peyama xwe de got Nisêbînê ti carî serê xwe ji zilmê re netewandiye û got, ‘’Dîroka Nisêbînê berxwedana Efrînê ronî dike. Li dijî wan ên ku dixwazin dest li ser xaka Kurdan deynin, talan bikin berxwedana me wê qet nesekine. Li dijî Deheqan wê berxwedana Kawa heta dawî bidome.’’

Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya ku li Girtîgeha Tîpa T’yê ya Wanê rehîn e name şand û got, ‘’Ciwan û zarokên Nisêbînê ku di çavê wan ronkahiya rojê heye; ez li ber vîn û berxwedana we bejna xwe ditewînim. Her çendî ez ne bi we re bim jî ez baş dizanim ku hûn bi coşiyekê li qadê li ber xwe didin.’’

UCA: DAYIK LI GEL ÊŞAN JÎ LI VÊ QADÊ NE

Wekîla HDP’ê ya Amedê Feleknaz Uca û komekê agirê Newrozê vêxistin. Dema ku agir hate vêxistin jin û dayikan lîland û gel bi dirûşmeyan got, ‘’Bijî berxwedana Efrînê’’, ‘’Bijî Serok Apo’’

Piştre Uca bi lîlandinan hate ser dikê û axivî. Uca gotin,’’Em li ber berxwedana Nisêbînê ku ji bo azadiyê malên xwe û xaka xwe bernedan, li dijî komkujiyan li ser piyan ma bejna xwe ditewînin. Em deyndarê gelê Nisêbînê ne.’’

Uca zextên salên 90’î bi bîr xist û got, ‘’Nisêbîn hê jî li ber xwe dide û li ser piyan e. Serê xwe natewîne. Em heyranê berxwedana we ne.’’

OCALAN HATE SLAVKIRIN

Uca bi berdewamî bal kişande ser tecrîda ser li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan û berxwedana Efrînê û got, ‘’ Heke Enqerê aştî bixwesta wê biçûya Imraliyê. Ji ber ku aştî tenê di destê Öcalan de ye. Bila mesajên beriya du sê salan dîsa werin xwendin û li gorî wê ders werin standin. Em Newroza birêz Öcalan pîroz dikin.

OSO, komkujiya li Şengalê û Kobanê dixwaze li Efrînê jî bike. Kes nikare gelê Efrînê ji Efrînê derxîne. Îro bi milyonan mirov dijîn û li dijî Deheqan li ber xwe didin.’’