Li Nisêbîn û Tetwanê 5 kes hatin destgîrkirin

Li Nisêbîn û Bedlîsê hevserokên navçeyan ên HDP’ê û endamên meclîsa şaredariyê jî di nav de 5 kes hatin destgîrkirin.

Rejîma AKP û MHP’ê operasyonên xwe yên qirkirina siyasî yên li ser gelê Kurd didomîne.

MÊRDÎN

Li Nisêbîna Mêrdînê endama meclîsa şaredariyê Samîye Demîr duh dema çû Gerînendetiya Emniyetê ya Navçeyê îfadeyekê bide, li wê derê hate destgîrkirin. Wê Demîr îro derxînin dadgehê.

BEDLÎS

Li Tetwana Bedlîsê jî îro polîsan girtin ser gelek malan. Hevserokê HDP’ê yê navçeya Tetwanê Bûrak Ballioglû, Ozgur Akbay, Engîn Başar aû Lokman Akilcagi hatin destgîrkirin.

Hate ragihandin ku hejmara kesên hatine destgîrkirin, dibe ku zêde bibe.