Li Mexmûrê komkujiya Parîsê hate şermezarkirin

Li Wargeha Mexmûrê ji bo şermezarkirina komkujiya Parîsê meşeke girseyî hate lidarxistin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) ji bo şermezarkirina komkujiya li Parîsê ku sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatibûn qetilkirin, şermezar kirin.

Meşa ku bi tevlîbûna bi sedan şêniyên wargehê hatî lidarxistin, di saet 14:00’an li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan bi tevlîbûna çalakgerên greva birçîbûnê dest pê kir.

Di meşa ku li kolanên sereke yên wargehê geriyayî de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û jinên şehîd ên li Parîsê û Silopiyayê hatîn qetilkirin û pankartên bi nivîsa “Em komkujiya Parîsê şermezar dikin” û “Dem dema azadkirina Rêber Apo ye” hilgirtin û dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin jiyan azadî, Sara Rojbîn Ronahî” berz kirin.

Meş li ber avahiya NY’ê li têketina wargehê rawestiya û di kesayeta jinên şehîd ên Parîs û Silopyayê de ji bo hemû şehîdên Tevgera Azadiyê deqîqeyekê rêz hate girtin.

Piştî rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan ji endama Kordînasyona Meclîsa Îştar Nûran Sezgîn axivî û komkujiya Parîsê şermezar kir. Sezgîn diyar kir ku Parîsa ku ji şoreşgeran re bûyî destan û xwe weke şaristanî dide diyar kirin, rê da ku komkujiyek wisa lê were kirin. Sezgîn got, “Rêbertî digot, ‘Kuştina heval Sakîne kuştina min e’. Heval Sakîne jinek şoreşger bû, jineke berxwedêr bû, jineke serhildêr bû û tu cara serî ji kesekê re netewandibû. Heval Sakîne li zindanê tif li rûyê celadê xwe kiribû. Heval Sakîne kesayetek radîkal bû.”

Sezgîn her wiha şehîd Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan jî bi bîr anî û diyar kir ku pêwîst e em xwedî li pêngava “Dem dema azadiyê ye” û "Dem dema parastina jin û civakê ye" ya ku KCK û KJK’ê danî despê kirin, derbikevin. Herî dawî Sezgîn berxwedana greva birçîbûnê ya li zindanan silav kir û got “Divê em bi rihê berxwedana zindanan çalakiyên xwe mezin bikin.”

Çalakî piştî axaftinê bi berzkirina dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin jiyan azadî, Sara Rojbîn Ronahî” bi dawî bû.