Li Mexmûrê greva birçîbûnê di roja 22'an de didome

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), çalakiya greva birçîbûnê di roja 22'an de, bi ruhê berxwedana zindanan dom dike.

Li Wargeha Mexmûrê, çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo piştgirîdayîna berxwedana greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê, ji bo bidawî kirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatî destpêkirîn, dom dike.

Çalakiyê îro bi heman ruhê berxwedana zindanan 22 roj li pey xwe hêla. Şêniyên wargehê ji bo piştgirî û moral dayîna çalakgeran bi awayek girseyî serdana Saziya Malbatên Şehîdan a ku çalakî lê tê meşandin, dikin.