Li Mêrdînê şewitandina pirêzeyan bandoreke neyînî dike

Li Mêrdînê şewitandina pirêzeyen, ligel hişyariyan hê jî didome. Şewitandina pirêzeyan a ku bandoreke neyînî li ser jiyanê dike, di heman demê de hevsenga ekolojîk xerab dike.

Şewitandina pirêzeyan a ku bandoreke neyînî li çandiniyê dike ligel hemû hişyariyan hê jî didome. Ji ber şewitandina pirêzeyan a li navçeyên Mêrdînê ewrên reş li ser bajêr çêbûn.

Pispor diyar dikin ku şewitandina pirêzeyan rê li ber qelihandina organîzmayên di axê de vedike û ji ber vê jî qalîteya berheman jî her ku diçe kêmtir dibe. Lê şewitandina pirêzeyan diyar dike ku tevdîrên baş jî nayên girtin.

‘XISARÊ WÊ HIM LI ME Û HIM JÎ LI AXÊ DIBE’

Gel ê ku ji ber şewitandina pirêzeyan aciz e gotin: “Her roj pirêzeyan dişewitînin. Şewitandina pirêzeyan xisarê bi tenê nade axê, dide me jî. Di vê cejnê de em di nav dûmanê de man. Dûmana wê tê heta sûkê. Êdî em nikarin bêhnê bistînin.”

‘4 TIR Û TRAKTOREK ŞEWITÎBÛ’

Çend roj berê li nêzî Uçyola Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê agir gihiştibû parka TIR’an a stasyona benzînê. Di şewatê de 4 TIR û traktorek şewitîbû.