Li Mêrdînê 1’ê Gulanê: Wê înkarkerê Kurd û kedê biçin!

Li Mêrdînê bi hezaran kes li mîtînga 1’ê Gulanê hatin cem hev. Parlametera HDP’ê Leyla Guven got, ‘’24’ê Hezîranê em ê jiyaneke dî ava bikin. Ên ku Kurdan û kedê înkar dikin wê biçin.’’

Li Mêrdînê mîtînga 1’ê Gulanê berdewam dike. Di mîtîngê de parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk, siyasetmedar Ahmet Turk û nûnerên Sendîkaya KESK’ê ya Şûbeya Mêrdînê û Şirnexê hazir bûn.  Di mîtîngê de jin û zarok jî di nav de bi sedan kes hazir bûn. Li ber stranan govend hate gerandin.

‘JI NIHA VE KETINE TIRSÊ’

Parlamentera Şirnexê ya HPD’ê Leyla Bîrlîk bal kişande ser hilbijartina 24’ê Hezîranê û got, ‘’Ev gel 24’ê Hezîranê wê we têk bibe. Desthilatdariya ku tim halana şer dide, bi politikaya xwe ya derve û ya li ser Kurdan, bi politikaya xwe ya dijminatiya li Kurdan û kedê ketiye çiravê. Pêdiviya Tirkiyê bi aştî û demokrasiyeke civakî heye. Em dizanin ku bi vê hilbijartinê dixwazin xwe xilas bikin. Hê me namzetê xwe diyar nekirî ji niha ve ketine tirsê.’’

 ‘EM Ê JIYANEKE NÛ AVA BIKIN’

Bîrlîk di şexsê parlamentera  Mêrdînê ya HDP’ê Gulser Yildirimde slav da hemû siyasetmedarên girtî û got, ‘’Demokrasî, heq û dadmendiyê bi kedeke mezin têne standin. Em pê dizanin ku bi yekîtiyê em ê di vê pêvajoyê de bi ser bikevin. Em hemû şehîdên kedkar bi hurmet û minet bi bîr tînin. Hema li rex  me Kurdên Rojava jiyaneke ekolojîk û bi navenda jinê ava kirin. Ev hêviya me ye. Em ê 24’ê Hezîranê jiyaneke nû ava bikin, em ê bi hev re bi ser bikevin. Serfirazî teqez a me ye.’’

Piştî ku Mem Ararat û Rûbîn stranên xwe gotin miting wê biqede.