Li Licê şer: Helîkopterên artêşa Tirk guleyan li gund direşînin

Hat ragihandin, li gundikê Reşan ê ser bi gundê Bamitnê yê navçeya Licê ya Amedê şerekî dijwar diqewime û helîkopterên artêşa Tirk guleyan li nava gund direşînin.

Li navçeya Licê ya Amedê, di çarçoveya operasyona leşkerî de ku zêdeyî meheke dewam dike, îro li gundikê Reşan ê gundê Bamitnê şerekî dijwar diqewime. Li vî gundê di navbera navçeyên Licê û Hezroyê de ye û gelek caran derketina derve lê hate qedexekirin, gundiyan ji dîhaberê re ragihandin ku şerê duh bi şev dest pê kir hê dewam dike.

Gundiyan gotin, helîkopteran duh bi şev bombe li derdora gund barandin û ji danê sibehê û vir ve jî guleyan li nava gund direşînin. Gundiyan diyar kirin, ew nikarin ji malên xwe derkevin û tehlûkeyek mezin li ser jiyana wan heye.

Li gund hê jî şer û bomberdûman dewam dike û bi zorê pêwendî bi gundiyan re tê danîn.