Li Kurdistanê rewşeke ji Rewşa Awarte wêdetir heye

Li Tirkiyê her çendî rejîma Rewşa Awarte hatibe rakirin jî li Kurdistanê girantir dibe û didome.

Serokê Şûbeya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Wanê Murat Melet got li Wanê van demên dawî di serî de êşkenceya dema  destgîrkirin û binçavkirinê, binpêkirina mafê mirovan zêdetir bûne.

Li Tirkiyê her çendî Rewşa Awarte hatibe rakirin jî li Kurdistanê gavên Rewşa Awarte bi hemû leza xwe didomin. Van demên dawî di serî de li Erdîşê bi dehan kes hatin destgîrkirin û girtin. Ên ku hatin destgîrkirin li wan xistin, tehde û êşkence li wan kirin. AKP ya ku dibêje Rewşa Awarte rakiriye, ji şertên Rewşa Awarte jî girantir dî serî de li Wanê li Bakurê Kurdistanê pêk tîne. Piştî rakirina Rewşa Awarte bi sedan gund, zozan, deverên bejahî bi rengê herêmên qedexe ragihand. Serokê Şûbeya ÎHD’ê yê Wanê Murat Melet got van demên dawî li Wanê destgîrkrin, girtin û êşkence, binpêkirina mafê mirovan zêde bûye.

REWŞA AWARTE HATIYE GIRANKIRIN

Melet got her çendî li Tirkiyê Rewşa Awarte hatibe rakirin jî li Kurdistanê gavên Rewşa Awarte didomin û domand, ‘’Hikûmetê got ji niha û pê de wê Rewşa Awarte neyê dirêjkirin û li Tirkiyê Rewşa Awarte qediyaye. Lê mixabin rastî ne wiha ye. Li Kurdistanê Rewşa Awarte didome, bi ser de jî hê girantir bûye.’’

DEMA DESTGÎRKIRINÊ ÊŞKENCE HATE KIRIN

Melet got bi Rewşa Awarte re sepanînên kêfî zêdetir bûne û domand: ‘’Beriya bi çend rojan dema ku bi ser malan de girtin û mirov destgîr kirin em dizanin ku êşkence li wan hate kirin. Her çendî ev ji hêla raya giştî ve hate zanîn jî, berbiçav e ku ti tevdîr nehatine standin û zext zêde bûne. Hema bibêje hemû qadên jiyanê yên mirovan hatin sînordarkirin. Bi ti awayî destûrê nadin ku mirov mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin û çalakiyan bikin.’’

Melet got her çendî Rewşa Awarte bispêrin ser hin rêgez û yasayan jî niha her tişt di dest waliyan de ye û got, ‘’Tişta ku dibe ti têkiliya xwe bi hiqûqê tine. Zext û tundiya ji ya Rewşa Awarte girantir heye.’’