Li Kurdistanê rasthatina berf û xespkirinê dibe sedema mirinan

Li Kurdistanê ji ber barîna berfê bandoreke neyînî li jiyana rojane dike, lê qeymeqamên dagirker tedbîran nagirin û dibin sedema mirinan.

Ji ber barîna berfê li seranserê Kurdistanê gel di rewşeke dijwar de ye. Mîtîng û bîranîn ji neçarî hatin taloqkirin.

MIRIN Û BÊTEDBÎRIYÊN XESPKARAN

Platforma Jinan a Şahmaran a Mêrdînê derbarê astengiyên ku piştî barîna berfê li bajêr bandorê li jiyana rojane dike, daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hişyariyên Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji aliyê rayedarên bajêr ve li ber çavan nehatine girtin û ji dîmenên ku di tevahiya rojê de hatin jiyîn diyar dibe ku rêveberiya qeyûm ne têrker e.

Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin ku bê tedbîrî ewlehiya can û malê gel dixe xeteriyê û wiha hat gotin: "Berfa ku bandora xwe ji danê sibê nîşan da, li ser Rêya Îpekê ya Qoserê bû sedema qezaya trafîkê. Ji me re xeber hat ku li cihê bûyerê 8 wesayît qeza kirine û di qezayan de 3 welatiyên me jiyana xwe ji dest dane. Barîna berfê careke din nîşan da ku zîhniyeta qeyûm çawa ku îradeya gel xesp kiriye, di heman demê de xizmetên ji bo gel jî xesp kiriye.”

MÎTÎNG HAT TALOQKIRIN

Endamên Komîteya Amadekar derbarê mîtînga ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya 22'ê Çileyê li Qada Îstasyonê ya Amedê bi dirûşmeya "Em HDP'ê diparêzin" dihat plankirin, li avahiya partiyê daxuyanî dan.

Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulîstan Atasoy a di Komîteya Amadekar de cih digire got, "Berfa ku li Amedê wê hefteyekê bibare, bûye sedem ku em vê mîtîngê taloq bikin. Ji ber ku em yek jî naxwazin ku kesek nexweş bikeve, nerihet bibe an qezayek çêbibe, lewma me ew taloq kir."

NIKARIN XWE BIGIHÎNIN KOLBERAN

Ji 3 kolberên Kurd ên ji Rojhilatê Kurdistanê derbasî herêma Şepeta Gerdî ya navçeya Şemzînan a Colemêrgê bibûn, 8 roj in agahî nayê girtin. Tevî hemû lêgerînan jî Barzan Mihendî, Eshed Seydanîferd û Behlûl Seydanîferd ku li geliyê Binarê winda bûne nehatine dîtin. Ji ber barîna berfê ku duh danê nîvro destpê kir, xebatên lêgerînê yên du rojan dîsa rawestiyan.

LI WANÊ HATIN Û ÇÛYÎN TUNE

Ji ber barîna berfê li Wanê, li Serayê 74, li Elbakê 142, li Ebexê 99, li Şaxê 115, li Edremîtê 4, li Ercîşê 135, li Westanê 49, li Gurpinarê 161, li Îpekyolûyê 41, li Qelqeliyê 56, li Bêgiriyê 40, li Sarayê 20, li navçeya Tuşbayê 82, bi giştî rêya hezar û 18 gund li hatin û çûyînê hatine girtin.

Seferên balafiran li bajêr ku barîna berfê lê bi bandor bû jî neyînî bandor bû. Piraniya seferên balafiran ên ji bo Îzmîr, Stenbol, Enqere, Antalya û Edeneyê hatin betalkirin. Li navenda Wanê û hemû navçeyên wê ji ber barîna berfê perwerdeya dibistanan hatin rawestandin. Her wiha çûnûhatina di navbera navçeyan û navenda bajêr de jî bi zehmetî pêk tên. Midûriyeta Herêma 14’emîn a Meteorolojiyê diyar kir ku li seranserê herêmê hewa wê pelewrî û pir ewrayî be û hişyarî da gel ku li hemberî aşût û cemedê baldar bin.

LI QERSÊ NIKARIN XWE BIGIHÎNIN ZÊDETIRÎ 100 GUNDAN

Li Qersê ji ber barîna berfê 15 jê girêdayî navendê, 2 gund li Akyakayê, 8 gund li Arpaçayê, 18 gund li Dîgorê, 15 li Kaxizmanê, 19 li Sariqamişê, 22 li Selîm, 9 gund jî li Sûsûzê, bi giştî têkiliya 108 gundan bi navenda bajêr re qut bûne.

LI COLEMÊRGÊ RÊYÊN GUNDAN HATIN GIRTIN

Li Colemêrgê berfa herî zêde ya salên dawî barî. Li bajarê ku hema hema hemû rêyên gund girtî ne, ji ber berfê serdanên navçeyê yên Parlamenterê berê yê HDP'ê Abdullah Zeydan ê ku demek berê ji girtîgehê derket, hatin betalkirin.

LI ERDEXANÊ ESNAFAN DERIYÊN DIKANÊN XWE GIRTIN

Berf û hewaya sar li Erdexanê jiyan sekinand. Li bajarê ku bi şev germahiya hewayê digihêje 20 derece binê sifirê, hatinûçûyîna navçeyan jî nayê kirin. Ji ber berfê rêyên hemû mezrayan hatin girtin, gelek kes nekarîn cihên xwe yên kar vekin.

LI BEDLÎSÊ JÎ RÊ GIRTÎ NE

Li Bedlîsê ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê rêyên gelek navçeyan li çûn û hatinê hatin girtin. Li navenda bajêr û hemû navçeyan dibistan hatin rawestandin, rêya Baykan-Bedlîsê ji bo kamyon-tir û barhilgir hat girtin, rêya Guroymak-Tetwanê, rêya Xizan-Tetwanê û rêya Tetwan-Wanê ji ber berfa zêde û mesafeya kêm a dîtinê, ji her cûre çûnûhatina wesayîtan hatin girtin.

LI MÛŞÊ XWE GIHANDINA 352 YEKEYÊN NIŞTECIHÎ QUT BÛ

Ji ber barîna berfê ku bandor li bajêr kir, çûnûhatina li navendê 96, li Vartoyê 80, li Melazgirtê 74, li Bulanîkê 55, li Korkutê 30 û li Heskîfê 17 bi giştî ya 352 gundan qut bû. Li bajêr dibistan jî hatin girtin.

LI AGIRIYÊ MAL DI BIN BERFÊ DE MAN

Ji ber barîna berfa ku li Agiriyê bi bandor bû, li gelek gundan hema bêje hemû mal di bin berfê de man. Li bajarê ku barîna berfê li hin cihan digihêje 50 santîmêtreyî, rêyên 191 gundan ji çûnûhatinê re hatin girtin. Ji bo vekirina rêyên girtî ji çûnûhatinê re xebat berdewam dikin, li gelek navçeyan dibistan hatin girtin.

LI ERZIROMÊ BARÎNA BERFÊ BÊ NAVBER DIDOME

Li Erzirom û navçeyên wê barîna berfê ev du roj in bênavber dewam dike.

Li Yakutiye, Palandoken û Aziziyeyê ji bo rojekê dibistan hatin sekinandin, ji bo gelek tax û navçeyan çûnûhatin nikare çêbibe.

LI ÎDIR Û ŞIRNEXÊ GELEK CIH JI ÇÛNÛHATINÊ RE HATIN GIRTIN

Li Îdirê ji ber barîna berfa zêde li navçeya Tûzlûca û 8 gundên girêdayî navendê perwerdehî ji bo rojekê hat sekinandin û rêyên 44 gundan ji çûnûhatinê re hatin girtin.

Ji ber berfa ku li navend û navçeyên Şirnexê barî 112 gund û 17 mezra ji çûn û hatinê re hatin girtin. Barîna berfa ku ev 2 roj in li tevahiya bajêr bi bandor e, bi taybetî jî li cihên bilind ên niştecihbûnê hatûçûn asteng kir.

Li navendê rêya 10 gund, 5 mezra, li Beytûşşebap 14 gund û 5 mezra, li Qilabanê 6 gund, li Basa 12 gund, li Cizîrê 23, li Hezexê 4 mezra û 47 gund, bi giştî rêya 117 gund û mezra ji çûnûhatinê re hatin girtin. Li aliyê din li navenda bajêr qalindahiya berfê gihîşt 50 santîmetreyî, li navçeyên Qilaban û Beytûşşebabê li hin cihan ji 2 metreyan derbas bû.

Ji ber barîna berfê Rêya Îpekê ku rêya bazirganiya navneteweyî ye jî ji çûnûhatinê re hat girtin. Ji ber barîna berfê û cemedê bi kîlometreyan rêzên TIR'ê çêbûn.

SILÊMANÎ

Barîna berfa zêde ya ku li hemû bajarên Başûrê Kurdistanê bi bandor e, bandorê li jiyana civakî dike.

Ji bilî saziyên fermî, li gorî daxuyaniya Midûriyeta Balafirgeha Silêmaniyê, hat hînbûn ku seferên hewayî jî hatine betalkirin. Di daxuyaniya Rêveberiya Balafirgehê de hat ragihandin ku hemû geştên esmanî yên hundir û derve yên li Balafirgeha Navdewletî ya Silêmaniyê hatine betalkirin.

Xebatên paqijkirina pîsta balafirgehê dewam dikin.

Merasîma ji bo Efrînê ya li Silêmaniyê jî ji ber barîna berfê hat paşxistin.

Hat ragihandin ku çalakiya ku wê şehîdên Efrînê bên bibîranîn û Berxwedana Serdemê were silavkirin, ji ber barîna berfê hat taloqkirin.

HIŞYARÎ JI RÊVEBERIYA TRAFÎKA HEWLÊRÊ

Hate hînbûn ku rêya Dihok-Hewlerê ji bo demekê li trafîkê hatibû girtin, hat diyarkirin ku çend saet beriya niha rê hatiye vekirin.

Rêveberiya Trafîkê ya Hewlêrê hişyarî da ku ji bilî şert û mercên mecbûrî dernekevin derve.

Di hişyariyên ku ji hêla miduriyetên emniyetê ve hatine dayin de, rêyên ku tê xwestin neyê bikar anîn wiha ne:

*Rêya Hewler – Şeqlawa

*Rêya Hewler – Koysencaq

*Rêya Şeqlawa – Hîranê

*Rêya Balîsan – Ranya

*Rêya Koysencaq – Heybet Sultan

*Rêya Zaxo-Dihok.

AJOKAR DI NAVA BERFÊ DE MANE

Ji aliyê din ve ji ber barîna berfê komek ajokar li Deriyê Sînor ê Hecîomeran ê di navbera Rojhilatê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê de ye asê mane.