Li Kurdan qedexe ye, lê li Îraniyan serbest e

Dewleta Tirk, ku bazirganiya li ser sînorê Kurdistanê li Kurdan qedexe dike û Kurdan li ser sînor dikkuje, Îraniyên vî karî dikin serbest berda. Îraniyên tên Wanê, dikarin malên xwe yên qaçax bi serbestî bifiroşin.

Hikumeta AKP'ê ku hemû deriyên sînor li bazirganiyê girt, nahêle ku Kurdistanî bazirganiya li ser sînor bikin. Bi dehan Kurd, bi hinceta ku bazirganiya li ser sînor kirine, ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kuştin, bi sedan Kurd jî ji ber van êrîşan seqet man.

AKP, ku beriya her hilbijartinê ji bo xatirê berjewendiyên xwe heta demekê deriyên sînor vedike, heman piştî hilbijartinê deriyên sînor digire. Rejîma AKP'ê, ku bi Rewşa Awarte re ambargoya aboriyê daniye ser herêmê, derb li çandinî û sewalkariyê xist. Bazirganiya li ser sînor jî qedexe kir. Hikumeta AKP'ê ku bi hinceta bazirganiya li ser sînor Kurdan dikuje, vê bazirganiyê li Îraniyan serbest dike.

Her roj bi sedan Îranî tên Wanê. Ev Îranî malên bi xwe re tînin li otelan kom dikin û difiroşin esnafan. Li navend û navçeyên Wanê, çixare, çay, şekir û gelek berhemên din di jêr kontrola Îraniyan de ne. Esnafê ji ANF'ê re axivî got, aliyê Tirk li ser sînor ranteke mezin dixwe.

BAZIRGANÎ RADESTÎ ÎRANIYAN HATIYE KIRIN

Esnafekî ku çay, çixare û şekir difiroşe anî ziman, ku bazirganiya li Wanê ketiye destê Îraniyan. Esnaf got, "Berê, hemû malên ku me difirot, me bi xwe dianîn. Me malên Wanê bi xwe, dibirin Îranê û difirotin. Ji wir jî me mal dianîn û li Wanê difirot. Bi hezaran kesî ev karê bazirganiyê dikirin. Mirovên bê kar bûn, bi bazirganiya li ser sînor re debara mala xwe dikirin. Bi saya bazirganiya li ser sînor, ciwanên Kurd ne neçar bûn ku biçin bajarên rojavayê Tirkiyeyê. AKP a ku bi vê hesiya, sînor li me qedexe kir. Dema ku mirovên li gundên li ser sînor vî karê xwe yê bazirganiyê dewam kirin, leşkerên Tirk û Îranê dest bi kuştina wan kirin. Gelek gundiyên li ser sînor jî seqet hiştin. Bazirganiya li ser sînor a ku îro li me hatiye qedexekirin, li Îraniyan serbest e. Biçin li otelan binerin. Otelên ew lê dimînin tijî malên wan e. Piştre van malan li esnafan difiroşin."

LEŞKERÊN TIRK Û AKP'YÎ JÊ DIXWIN

Esnafekî din, ku li navenda Wanê dikana wî heye, anî ziman ku AKP'yî û leşkerên Tirk ji bazirganiya li ser sînor dixwin. Esnaf diyar kir, Îraniyên mal ji Îranê tînin Wanê, bi mîlyonan lîre bertîlê didin AKP'yiyan û leşkerên Tirk ên li ser sînor. Esnaf got, "Li sînor pereyekî mezin heye. Gelekî zehmet e ku mirov ji Îranê mal bînin Wanê, lê Îranî gelekî tînin. Ji ber ku ew bertîlê didin rayedarên dewletê yên li ser sînor. Li gorî qanûnên Tirk, anîna van malan ji bo Tirkiyeyê qedexe ye, lê belê ji ber ku li ser sînor ranteke mezin heye, li Îraniyan serbest e. Ji ber ku para herî mezin a bazirganiya li ser sînor diçe ji AKP'yiyan û leşkeran re. Ji ber vê yekê Îranî dikarin bi hêsanî malên xwe yên qaçax derbas bikin û li Wanê bifiroşin. Bazirganiya li ser sînor, li me Kurdan qedexe ye."