Li kolanên Qereyaziyê êşkenceya polîsan

Li navçeya Qereyazî ya Erzîromê, polîsan êşkence li firoşkarekî seyar û du kurên wî kirin.

Êrîş li kolana Cûmhûriyetê hate kirin. Polîsan xwestin ku dezgeha Nûrî Bayraktar û du kurên wî rakin. Nûrî Bayraktar ku bi firoşkariya seyar debara xwe dike, nexwest dezgehê rake. Polîsan jî li wî xistin.

Kurên Bayraktar Dogan û Omer jî li ber vê êrîşa polîsan rabûn. Polîsan li naverastê li herdu kurên Bayraktar jî xistin.

Şêniyên li derdorê nerazîbûn nîşanî vê êrîşa polîsan dan. Li ser vê yekê polîsan gule berdan hewayê.

Bayraktar û 2 kurên wî hatin destgîrkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.