Li Kobanê cenazeyê 5 şervanan hate veşartin

Welatiyên Kantona Kobanê cenazeyên 4 şervanên YPG′ê û şervanekî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li Goristan Şehîd Dicle veşartin.

Bi sedan welatiyên Kantona Kobanê li pêşiya nexweşxaneya Şehîd Zozan kom bûn, cenazeyên şervanên YPG′ê Macid Ehmed (Mezlûm Kobanê) ê ku di Pêngava Xezeba Firatê de, şervanên YPG′ê Boreş Bakaz (Serkeftin Azad), Ehemd Berkel (Botanê Reş), Ekrem Zonkor (Şiyar Wan) û şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şêraz Elî (Reşo Kobanê) ên ku li gundên rojavayê Minbicê di berxwedana li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ′ê de jiyana xwe ji dest dabûn, wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Dicle ve ketin rê.

Di merasîmê de, Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Mislim, Serokê Desteya Parastinê Îsmet Şêx Hesen, Hevseroka TEV-DEM′ê Eyşe Efendî û Ehmed Şêxo û Endamên Deste û saziyên sivîl jî amade bûn.

Li goristanê merasîmekî leşkerî hate lidarxistin. Piştre Fermandarê ketîbeya Siwar Minbic Mûstefa Minbicî axivî, êrîşên li ser Şengalê şermezar kir û diyar kir ku ew destûr nadin ku Erdogan axa ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan, dagir bike.

Cîgirê Serokê Desteya Parastinê Ocalan Îso jî sersaxî ji malbatên şervanan re xwest û şehîdên Helebceyê b bîr anî.

Piştî axaftinan, nasnameyên şervanan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyên şervanan bi dirûşim û tilîliyan ve hatin veşartin.