Li Kerkûkê qedexeya derketina derve hate ragihandin

Odeya Krîza Vîrûsê ya Kerkûkê ji bo têkoşîna li dijî vîrûsa Koronayê qedexeya derketina derve ragihand.

Odeya Krîza Vîrûsê ya Kerkûkê ji bo têkoşîna li dijî vîrûsa Koronayê îro civîna xwe li dar xist. Di civînê de çend biryarên nû ji bo pêşîlêgirtina belavbûna vîrûsa Koronayê hatin girtin. 

Piştî civînê Odeya Krîza Vîrûsê daxuyaniyek belav kir, di daxuyaniyê tê gotin; îro ji 15’ê Adarê heta 25’ê Adarê di navbera Kerkûk û bi giştî bajarên Iraqê de qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.

Her wiha hemû bendên kontrolê ji bo geşt û seyaranan rê nedin welatiyan heta 25’ê Adarê, di heman demê de di nava bajêr de jî wê çend bazar bêne girtin ji bo ku qerebalix neyêne çêkirin. Di nava wan de jî bazara Qela, Qoriye, Hesîreke, Serdomîz û Serpirdeke hene.

HEMÛ MARKETÊN MEZIN (MALL) WÊ BÊNE GIRTIN

Biryar hatiye dayin tenê marketên bazirganiyê yên ku xwarin û vexwarinê ku xurekan difiroşin neyên girtin û yên din wê hemû bêne girtin.

Her wiha di xalek din ya biryarê de hatiye ku dewama beş û karmendên tendirûstiyê bi rêjeya ji sedê sed divê ji bo pêkanîna wê jî berpirsyartiyê bigirin.

Biryarek din ya Odeya Krîzê taybet bi xwaringehan nabe ku pêşwaziya mêhvanan bike ji bo xwaringehê, tenê dikarin bi awayê xwarinên amadekirî xwarinê pêşkêş bikin.

Heta niha li bajarê Kerkûkê 7 kesên bi vîrûsa Koronayê ketine hatine dîtin, ji wan jî 6 kes bi temamî baş bûne û ji nexweşxaneyê derketine ku yek ji wan jî di bin çavdêriyê de ye. Ew biryar ku Odeya Krîza Vîrûsê ya Kerkûkê di demekê deye ku ji bo du rojan li hersê bajarên weke; Silêmanî, Hewlêr û Helebce hemû awayên derketina ji derve hatine qedexekirin.