Li Kerkûkê partiyên Kurd bi parlamenterên Kerkûkê re civiya

15 partiyên Kurd ên bajarê Kerkûkê li gel parlamenterên Kurd ên Kerkûkê re civiyan û qala girîngiya yekîtiya Kurd kirin.

Li ofîsa Komelya Îslamî ya Kurdistanê partiyên Kurd li gel parlamterên Kurd ên bajarê Kerkûkê re civiyan.

Piştî civînê li ser navê partiyên Kurd Berpirsê Peywendiyên Komelea Îslamî Mihemed Xelîl daxuyaniyek da çapemeniyê û qala civînê kir. Xelîl wiha got; “Îro partiyên Kur li ofîsa Komeleya Îslamî bi parlamenterên Kurd ên bajarê Kerkûkê re civiyan. Di civînê de aliyên Kurdan qala yekîtiya Kurdan a li bajarê Kerkûkê kirin. Mijarek din a civînê diyarkirina walîyê nû yê Kerkûkê ku ev jî ji bo Kurdan rewşeke nû ye.”

Piştî civînê Parlamenterê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) yê Parlamentoya Iraqê Rêbwar Teha daxuyaniyek da çapemeniyê û wiha axivî;"Têkildarî bi metirsiya yasaya hilbijartina Meclîsên Parêzgehan û di nav de Kerkûkê îro 15 partî û hêzên Kurd li hev civiyan. Hemû hemfikir bûn ku Kurd bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartina meclîsa bajêr bibin. Ji ber ku Kurd li vî bajarî yekane çareyê yekrêzî û yekdengî dibînin. Yasaya hilbijartinê ewqas metisîdare ji bo Kurdan, ji derveyî yek lîsteyê ti rêyên din li pêşiya me nîne. Weke parlamenterên Kurd em li gel sererastkirina yasayê nebûn. Lê, bi piranya dengan hate erêkirin. Lewma weke hêz û aliyê siyasî girînge yekgirtî bîn. Ji bo rewşa li ser Kerkûkê tê derbas bikin. Lewma daxwaza hemû aliyên ewe ku bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartinê bibin."

Rêbwar Teha di derbarê diyarkirina waliyê Kerkûkê de got; “Tê payîn di çend rojên bê de şandek YNK û PDK li gel hemû endamên Meclîsa Parêzgeha Kerkûk yên bi ser hemû eniyan re bicivin. Di civînê de wê ji bo danîna waliyek ji bo Kerkûkê encamek derbikeve û em erkê walitiyê weke mafê Kurd û YNK’ê dibînin. Ji bo vê divê waliyek Kurd Kerkûkê rêve bibe.”

Ji derveyî Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) hemû aliyên din beşdarî civînê bûn. Lê berpirsên PDK'ê ji endamên Komeleya Îslamî re ragihandine ku ew bi hemû awayî piştgiriya yek lîsteyê dikin.

Tê payîn 1’ê Nîsana 2020’an hilbijartinên Meclîsa Parêzgehên Iraqê pêk bê. Wê li Kerkûkê hilbijartin werin kirin.

Berpirsê Peywendiyên Meclîsa Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) ya Herêma Kerkûkê Îskender Selîm têkildarî civînê ji ANF’e re axivî û wiah got; “Em weke Tevgera Azadî beşdarî civÎnê bûn. Di civînê de aliyên siyasî rewşa niha ya Kerkûkê û amadekariyên ji bo hilbijartina meclîsa parêzgehan.”

Selîm bi domdarî got; “Divê aliyên siyasî li gorî siyaseta xwe tevger bikin ne li gorî berjwendiyên partî û takekesî. Divê pêvajoya demokratîk pêşbixin. Di civînê de hate ragihandin ku em ê çawa jiyaneke aştiyane li bajarê Kerkûkê biparêzin û hewl bidin çawa hemû pêkhateyan beşdarî pêvajoya siyasî bikin.”