Li Kerkûkê li pey hev teqîn pêk hatin -NÛ BÛ

Li kolana Atlasê ya Kerkûkê, li pey hev du teqîn pêk hatin.

Li kolana Atlasê ya Kerkûkê, teqîna destpêkê saet di 14:30 de rû da. Nîv saetê piştî vê teqînê, saet di 14:30 de teqîneke din pêk hat.

Her du teqîn li cihekî nêzî herêma ku koma Sirye Selam lê bû pêk hatine, ku Heşdî Şabî jî di nav de ye. Piştî teqînê şer derket.

Cenazeyê 4 kesên di teqînê de mirin û 8 kesên birîndar bûn rakirina Nexweşxaneya Azadî.

Ketin û derketina ji Kerkûkê hate qedexkirin. Herêma ku teqîn lê pêk hat jî li sivîlan hatiye qedexekirin.