Li Kerkûkê li dijî hêzên Iraqê êrîşeke çekdarî hate kirin

Li Kerkûkê îro piştî ku li dijî Heşdî Şabiyê êrîş hate kirin, di destê êvarê de jî li dijî hêzên Iraqê êrîşeke çekdarî hate kirin.

Li Kerkûkê îro piştî ku li dijî Heşdî Şabiyê êrîş hate kirin, di destê êvarê de jî li dijî hêzên Iraqê êrîşeke çekdarî hate kirin.

Li gorî agahiyan îro saet di 19.00’an de li Taxa Hey Eskerî li ser Pira 4’emîn li dijî polîsên federal ên Iraqê êrîşeke çekdarî hate kirin. Piştî êrîşê li herêmê şerekî demkurt pêk hat.

Îro saet di 14.00 û 14.30’an de li Kerkûkê li ser Rêya Atlasê li dijî Koma Seraya El Selam a girêdayî Haşdî Şebî êrîşeke çekdarî hatibû kirin.

Hatibû ragihandin ku di vê êrîşa li dijî Haşdî Şabî de 4 kes hatine kuştin û 18 kes jî birîndar bûne. Wezareta Karê Hundir a Iraqê ragihandibû ku kesekî jiyana xwe ji dest daye û 18 kes jî birîndar bûne.