Li Kerkûkê gotûbêjên li ser alê mezin dibe

Gotûbêjên di navbera Kurdan û Iraqê ya li têkildarî rakirina alê bi awayekî fermî li ser daziyên fermî li Kerkûkê didome.

Meclîsa Kerkûkê ya ku 28’ê Adarê biryara ku erê kirî, îro li parlementoya Iraq bi 107 dengan hate redkirin. Wekîlên kurd neketin dengdanê. Li gorî daxuyaniya ji aliyê Meclîsa Bajarê Kerkûkê ve hate dayîn got: “Em biryarê pêk naînin.”

Serokê Meclîsa Bajarê Kerkûkê Rebwar Telebanî, di saet 20:00’an de li Kerkûkê daxuyaniyek da, diyar kir ku biryara parlementoya Iraqê ya ku îro da ne di cih de ye û got: “Ji ber ku li gorî biryara dadgeha federal, herêmên ku biryarên têkildarî xwe, ne neçare biryara ku ji aliyê dadgeha jortirve hatiye girtin pêk bîne.”

Talabanî benda 115’an a Destûra Bingehîn bibîrxistû û got: “Li gorî vê bendê dikarin biryarên taybet ji bo xwe bigirin. Nexasim Kerkûk di nava du hikûmetên de, madeya 140 li hê jî nehatiye çareserkirin û gotûbêj li ser didome û li gel ala Iraqê ala herêmê jî dikare bê rakirin.”