Li Kerkûkê daxwaza hêzekî hevbeş a pêkhateyên herêmê kirin

Sazî û partiyên Kurdistanî yên Kerkûkê daxwaz ji Wezareta Berevaniyê ya Iraqê kir ku hêzekî hevbeş a pêkhateyên herêmê bê avakirin ku valatiya ewlehiyê ya li bajarê ji holê bê rakirin.

Berpirsên yekem ên sazî û partiyên Kurdistanî yên Kerkûkê li Navenda Malbenda Duyemîn a Yekîtî Nîştîmanî Kurdistan (YNK) a Kerkûkê li ser çend pirsgirêkên siyasî, ewlehî ya bajar kom bûn.

Yek ji mijara esasî ya civînê ew bû ku Heşda Kurdî ku berî çend rojan hate avakirin bû. Ji ber ku avakirina Heşda Kurdî ku hemû endamên wê Kurd in, rê li ber bandorên li nava Kerkûk û Herêma Kurdistanê vekir. Lê di daxuyaniya çapemeniyê ya hate dayîn de qet qala avakirina vê tevgera bi navê Heşdî Kurdî nehatiye kirin.

Piştî civînê Berpirsê Malbenda Duyemîn a YNK’ê yê Kerkûkê Mehemed Osman daxuyaniyek li ser navê partî û saziyên Kurdistanî yên Kerkûkê da.

Osman diyar kir ku hemû alî li ser xalên li jêr li hev kirine û wiha rêz kir:

“-Sazî û partiyên Kurdistanî yên Kerkûkê daxwaza avakirina hêzekî hevbeş ên ji pêkhateyên herêmê dikin ku girêdayî Wezareta Karê Hundir a Iraqê bin ji bo valatiya ewlehiya li bajar ji holê bê rakirin.

-Sazî û partiyên Kurdistanî yên Kerkûkê daxwaza avakirina rêveberiyeke hevbeş a li Kerkûkê dikin ku hevsengî hebe.

-Sazî û partiyên Kurdistanî yên Kerkûkê biryar girt ku desteyek hevbeş ji aliyên Kurdistanî bên avakirin ku li ser pirsgirêkên zevî û malên Kurdî lêkolîn bikin.”

Osman li ser daxwaza avakirina hêzekî hevbeş a li Kerkûkê jî ev got: “Ji ber ku hêzên pêşmerge û Iraqê nekarîn li hev bikin ku li herêmê dest bi operasyonan bikin, ji bo ew valahiya ewlehiyê ya li bajar bê rakirin, me pêwîstî dît ku hêzekî hevbeş ku hemû pêkhate cihê xwe têde bigire bê avakirin. Divê ew hêz jî girêdayî Wezareta Bergirî ya Iraqê be. Em sazî û partiyên Kurdistanî yên Kerkûkê ti hêz û komeke çekdarî qebûl nakin ku ne girêdayî sîstema dewletê be.”