Li jîngehên sivîl avahiyên leşker û polîsan çêdikin

AKP ya ku Colemerg kirî qijleya leşkerî niha jî li navend û navçeyên wê li nav qadên jîngehên sivîl ji bo leşker û polîsan 331 avahiyan çêdike.

Li navend Colemergê û hema hema li hemû navçeyên wê li gel qereqol û kalekolan li gelek gundan qijleyên leşkerî jî hene. Dewleta Tirk ku li Colemergê bi deh hezaran leşker û polîs bi cih kiriye, li navendên bajêr jî bi hezaran lojmanên leşkeran çêkiriye. Ji ber şerê li Kurdistanê AKP ya ku Colemerg kirî qijleya leşkerî niha jî ji bo polîs û leşkeran dest bi avakirina bi sedan lojmanî kiriye.

Li herêma Gupsî ya Colemergê li rex Avaniyên Erdhejê yê Gupsiyê ji bo leşker û polîsan 400 avahiyê çêdike. Li cem van avahiyên ji bo polîs û leşkeran avahiyên welatiyan ên ji bo erdhejê hene. Li nav avahiyên erdhejê ên sivîlan TOKÎ ji bo leşker û polîsan ji 400'î zêdetir avahiyan çêdike. Avahî li ber xilasbûnê ne û di demeke kurt de wê wan bidin leşker û polîsan.

Li gel navenda Colemergê li navçeya Geverê jî ji bo polîsan 700 avahî têne çêkirin. Her wiha li navenda Geverê li nav jîgehên sivîl 230 avahî dane leşkeran. Bêyî ku guh bidin jîngehên sivîl ji bo leşker û polîsan çêkirina bi sedan avahî bû sedem ku gel nerazî bibe. Welatî dibêjin dewlet bi zanebûn li nav jîngehên sivîl lojmanên polîs û leşkeran çêdike.

Welatiyekî got nayê qebûlkirin ku TOKÎ li nav jîngehên sivîl ji bo leşker û polîsan lojmanan çêbike û got, ''Çi îş û akrê polîs û leşkeran li nav gel heye. Em vê qebûl nakin. Jixwe li her deverê qijle û leşker hene. Bila biçin li wir çêbikin. Bi polîtiyeke bi zanebûn li nav sivîlan lojmanên polîs û leşkeran çêdikin. Bi vî rengî dixwazin ku gel asîmîle bikin.''