Li Iraqê û Başûrê Kurdistanê karker derketin qadan

Li Iraqê û Başûrê Kurdistanê ji bo 1’ê Gulanê karker û kedkar derketin kolanan û daxwazên xwe diyar kirin.

Li Başûrê Kurdistanê, li Hewlêr, Kerkûk û Helepçeyê bi pêşengiya Partiya Komunîst a Kurdistanê 1’Ê Gulanê, Roja Karker û Kedkar ên Cîhanê hate pîrozkirin. 1’ê Gulanê bi coşî hate pîroz kirin û daxwaz hatin diyarkirin.

Li Kolana Hewlêrê bi sedan kes heta bi Meydana Bazarê meşiyan. Nûnerên sendîkayan û endamên Partiya Komunîst jî li çalakiyê hazir bûn.

Sekreterê Partiya Komunîs Kawa Mehmûd axivî û got, ‘’Hikûmetên Iraqê û Herêma Kurdistanê dive bersivê bidin mafên karkeran.’’

Mehmûd got, ‘’Ji bo ku xebatên sendîkayî geş bibin divê destekê bidin. Yasa dive karkeran mexdûr nekin. Yasa divê mafên karkeran biparêzin.’’

Li Helepe jî 1’ê Gulanê li Parka Baxê Giştî hate pîrozkirin. Karkeran meaşê xwe yên ku bi salane nadin wan, xwwestin û li dijî polîtîkayên aboriyê yên hikûmetê helwesta xwe diyar kirin.

Li Kerkûkê jî 1’ê Gulanê li Meydana Ehmed Axa hate pîrozkirin. Nûnerên sendîkayan û karkeran serdana kedkarên bazarê kirin.

Li Iraqê jî bi pêşengiya Partiya Komunîst a Iraqê li Bexda, Kerada, Nîdal, Sadûn û gelek cihên din 1’ê Gulanê hate pîrozkirin.