Li Hevseroka berê ya MEBYA-DER'ê 10 sal ceza hate birîn
Li Hevseroka berê ya MEBYA-DER'ê Ayşe Dîcle 10 sal û 7 meh cezayê girtîgehê hate birîn.
Li Hevseroka berê ya MEBYA-DER'ê Ayşe Dîcle 10 sal û 7 meh cezayê girtîgehê hate birîn.
Rûniştina 13'an a doza ku bi îdîaya "endametiya rêxistinê" li Hevseroka berê ya MEBYA-DER'ê Ayşe Dîcle hatibû vekirin li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat. Parêzerê Dîcle Ferhat Kilinç tevlî rûniştinê bû. Dozgeriyê xwest 15 sal cezayê girtîgehê li Dîcle bê birîn. Heyeta dadgehê bi giştî 10 sal û 7 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li Ayşe Dîcle birî.