Li Hesekê cenazeyê 5 şervanan hate veşartin
Welatiyên bajarê Hesekê cenazeyên 5 şervanên YPG′ê li Goristana Şehîd Dijwar veşartin.
Welatiyên bajarê Hesekê cenazeyên 5 şervanên YPG′ê li Goristana Şehîd Dijwar veşartin.
Bi hezaran welatiyên bajarê Hesekê û gundewarên wê cenazeyên şervanên YPG′ê Hilû Şerabî (Ciwan Hesekê), Hemûd Elî (Mezlûm Dogan), Osman Melûh (Gîvara Hesekê) ên ku di Pêngava Xezeba Firatê û Meter Birîndar Hesekê û Medîn El-Ebid (Aydin Qamişlo) ên ku li herêma Şedadê jiyana xwe ji dest dabûn, li Goristana Şehîd Dijwar veşartin.
Li goristanê merasîmekî leşkerî hate lidarxistin. Piştre Fermandarê YPG′ê Silêman Ehmed axivî, sersaxî ji malbatên şervanan re xwest û got ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin û şopdarên rêya şehîdên xwe bin.
Bi navê oldarên bajarê Hesekê jî şêx Reşîd axivî, sebir û aramî ji malbatên têkoşeran re hêvî kir û wiha got: ″Şehîd bingeha avakirina welatekî azad in.″
Her wiha Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed Dawê jî anî ziman ku ew hêz ji şehîdên xwe digirin û ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk û azad, têkoşîna xwe didomînin.
Piştî axaftinan, nasnameyên şervanan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Di dawiya merasîmê de jî cenazeyên cenazeyên şervanan hate veşartin.