Li hemberî desteserkirina milkên Asûr-Suryanan nerazîbûn hate nîşandan

Kongreya Gelan a Mezopotamyayê li hemberî desteserkirina dêr, milk û manastirên Asûr û Suryanan ên li Mêrdînê daxuyaniyek weşandin.

Kongreya Gelan a Mezopotamyayê daxuyaniyeke nivîskî weşand û têde diyar kir ku dewleta AKP’ê ya faşîst li Tûrabdînê dêr, manastir û erdên Asûr û Suryanan desteser kiriye û daye Wezareta Diyanetê û Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya ku bi qeyûmê hatiye dagirkirin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Bi biryarnameyên nû re dest danîn ser gelek tiştan. Ev dêrên ku bûne malên Wezareta Diyanetê wê meleyan bişînin ser wan û bibêjin ‘Ev ne dêr e, mizgeft e.’ Ayasofya li ber çavan e. Heta demeke nêz jî Ayasofya dêr bû û piştre bi destê Diyanetê bû mizgeft.

Vê feraseta faşîst bi sedan sal in gelê Tirkiyeyê qir dike, dest datîne ser malên wan û wan sirgûn dike. Niha jî dixwaze dest deyne ser dêran û wan ji dîrokê derbixîne.

Divê hemû sazî û dezgehên me li her dera cîhanê vê meseleyê têxin rojeva parlementoyên welatên ku lê dijîn. Armanca vê feraseta faşîst ev e ku, dixwaze me ji dîrokê derxe.

Em dixwazin ji dewleta faşîst a AKP’ê re bibêjin ku, tu yê bi ser nekevî. Tu yê biteqizî û biçî û tu yê hesabê van tiştên ku dikî jî rojekê bidî.”