Li Heftenîn, Colemêrg û Îdirê çalakî: 3 leşker hatin kuştin

Gerîlayên YJA Star li Heftenîn, Colemêrg û Îdirê çalakî kirin. Di van çalakiyan de bi qasî hate zelalkirin 3 leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encamên çalakiyên di çarçoveya pêngavên şoreşgerî de hatiye kirin ragihand.

HPG’ê ev agahî parve kir:

HEFTENÎN

Hêzên me yê YJA Star di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftenîn a li herêma Heftenîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê dom dike de

 24’ê Cotmehê saet 15:50’î li dijî leşkerên Tirk ên li Girê Partîzan bicih bûbûn çalakiyek kirin. Di vê çalakiya bi xurtî li çeper û kozikên dijmin hate xistin de, hejmara leşkerên kuştî û birîndar bûne nehate zelalkirin.

COLEMÊRG

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de 23’yê Cotmehê li dijî leşkerên Tirk ên li Girê Şehîd Afat a girêdayî Gever a Colemêrgê bicih bûbûn çalakiyek kirin. Hêzên me ji nêz ve li dijminên li nava çeper û kozikan bûn bi xurtî lêdan. Di vê çalakiyê de çeperek a dijmin hate rûxandin, bi qasî hate zelelkirin 2 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê bi helîkopteran derdor ketober dan ber guleyan û bi helîkopterên Skorsky jî kuştî û birîndarên xwe rakirin.

ÎDIR

Hêzên me yên YJA Star di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî ya li Eyaleta Serhed dom dike de, 24’ê Cotmehê saet 14:00’an kulubeyek nobedariyê ya qereqola Axûra ya girêdayî navçeya Başan a Îdirê kirin hedef.Di vê çalakiyê de ku bi xurtî li dijmin hate xistin deeleşkerek hatiye kuştin.

Ev çalakiyên hatine kirin ji bo bîranîna Bêrîtan (Gulnaz Karataş) a 25’ê Cotmeha 1992’an şehîd bûye hatiye pêkanîn.”